Astengiyên li pêşiya demokratîkbûnê li Sûriyeyê çi ne?

Nivîskar û lêkolînerê siyasî yê sûriyeyî Malik El Hafiz tekez kir ku ne tenê şerê dirêj û dabeşbûnên kûr ên civakî dibin asteng li pêşiya demokratîkbûna li Sûriyeyê, lê di heman demê de astengiyên bingehîn jî hene ku têkildarî desthilatdariyê û pergala wê ya ramyarî û siyasî ne.

Astengiyên li pêşiya demokratîkbûnê li Sûriyeyê çi ne?
24 tîrmeh, 2025   02:35
QAMIŞLO
EHMED SEMÎR

Pêkanînên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ne li gorî hêviyên sûriyeyiyan bûn, ji derxistina zagon û qanûnên ku piştî hilweşîna rejîma Baasê derxistne heta hewldanên wê yên ferzkirina wan zagonan bi rêya tundiyê li hin deverên li derveyî kontrola wê. Ev yek dihêle ku sûriyeyî bitirsin ku piştî zêdetirî 13 salên şoreşê rejîmeke wekî ya berê were avakirin.

‘DESTHILATA VEGUHÊZ HEWL DIDE DESTHILATDARIYA YEKALÎ PÊK BÎNE’

Nivîskar û lêkolînerê siyasî yê sûriyeyî Malik El Hafiz der barê mijarê de got: "Kiryarên desthilata veguhêz a niha tiştekî weke rêveberiya de facto ku bi hêza zagonan tê ferzkirin, nîşan dide. Ferman û zagon ji bo ferzkirina desthilateke yekalî tên bikaranîn, ne ji bo birêvebirina pêvajoyeke veguhêz ya demkî û piralî. Li şûna ku ev qonax wekî pirekê be ber bi ji nû ve avakirina dewletê li ser bingehên hevkariyê, desthilata îro rola desthilata otorîter pêk tîne.

‘ZAGONAN FERZKIRINA DESTHILATDARIYEKE TENG BI KAR TÎNIN’

El Hafiz destnîşan kir ku bingeha pirsgirêkê ne tenê binpêkirin bendên Danezana Destûrî ne, lê ew hewl didin pêvajoya veguhêz wek pêvajoyeke domdar û dawîn nîşan bidin, da ku desthilata li gorî pîvanên sazkar bikin.

El Hafiz wiha dewam kir: "Ev şêwaza karanîna desthilatê, bingeha dewleteke otorîter ava dike, lê bi rengek cûda Ew ji bo ferzkirina hişmendiya teng a desthilatdariyê, zagonan bi kar tînin, û sisteme navendî ji nû ve pêk tînin.”

ASTENGIYÊN LI PÊŞIYA DEMOKRATÎKBÛNÊ ÇI NE?

Der barê astengiyên li pêşiya demokratîkbûnê yên li Sûriyeyê de El Hafiz got: "Ne tenê şerê dirêj û dabeşbûnên kûr ên civakî, dibin asteng li pêşiya demokratûna li Sûriyeyê, lê di heman demê de astengiyên bingehîn jî hene têkildarî desthilatdariyê û pergala wê ya ramyarî û siyasî ne. Pirsgirêka sereke ew e ku nêrîneke cidî ya avakirina dewleteke li ser bingeha hevpaniya di navbera desthilatê û civakê de, nîne. Peymanek li ser bingeha hemwelatîbûn, rûmet û edaletê, ne li ser bingeha serdestiyê. Tiştê ku vê bêçarebûnê girantir dike ew ku desthilatdar rewabûna ji derveyî civakê çêdike û pala xwe dide vegotinên dubarekeirî yên mîna girîngiya pêkanîna aramiyê. "

‘SIYASÎKIRINA NASNAMEYAN NAKOKIYÊ KÛR DIKE Û CIHÊRENGIYÊ DIKE AMÛREKE PEVÇÛNÊ’

El Hafiz da zanîn ku tiştê rewşê xirabtir dike, berdewamiya siyasîkirin û mezhebîkirina nasnameyan e û wiha axivî: “Nasnameyên neteweyî û mezhebî tînin rojevê, lê ne ji bo sererastkirina wan an telîkirina wan di peymana neteweyî de, lê bi armanca wan nêzî xwe bike û têxe nava pergala nû yên otorîter. Ev tişt nakokiya navxweyî kûr dike û cihêrengiyê vediguherîne amûrek pevçûnê.”

Malik El Hafiz diyar kir ku demokrasî li Sûriyeyê bi formuleke amade yan demeke diyarkirî pêk nayê. Lê ew projeyek e ji bo ji nû ve pênasekirina têkiliya di navbera dewlet û welatiyên wê de, çi di warê siyasî û çi jî di warê exlaqî de. Ev proje heta niha nîn e yan jî ji hêla desthilata niha ve hatiye paşguhkirin, ji ber ku ew dixwazin bi tenê vê desthilata heyî bixin destê xwe, ji ber wê jî demorasiyê wek xetereyeke li ser desthilatê dibînin.

(k)

ANHA