El Emîn El Siweyid: Divê Şam ji mentiqê desthilatdariyê ber bi mentiqê hevkariyê ve biçe

Nivîskar Elî El Emîn El Siweyid diyar kir ku ji hikumeta demkî tê xwestin ku bernameyeke siyasî ya zelal nîşan bide. Her wiha destnîşan kir ku divê reformên siyasî di destûrê de werin bicihkirin da ku kes nekare jê vegere û bang li hikumetê kir ku li şûna mentiqê desthilatdariyê ber bi mentiqê hevkariyê ve biçe.

El Emîn El Siweyid: Divê Şam ji mentiqê desthilatdariyê ber bi mentiqê hevkariyê ve biçe
14 sibat, 2026   06:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Peymana 29`ê Çileyê di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û hikumeta demkî ya Sûriyeyê de tê bicihkirin. Lê hîn jî xuya dike ku hikumeta demkî ji bo bicihanîna hemû erkên xwe ne cidî ye, bi taybet der barê rakirina dorpêça li ser Kobanê û paşguhkirina sererastkirina Danezana Destûrî ku mafên hemû welatiyên Sûriyeyê garantî bike.

Der barê mijarê de ajansa me hevpeyvînek bi nivîskar û çalakvanê sûriyeyî Elî El Emîn El Siweyid re kir.

Li gorî daxuyaniyên her du aliyan, peymana di navbera QSD û hikumeta demkî de bi rêk û pêk û nerm tê pêkanîn. Hûn girîngiya vê yekê çawa dibînin?

Destpêkê, hikumeta Sûriyeyê bi aşkerayî şertên peymana dawîn a bi QSD'ê re aşkera nekirine. Nebûna zelaliyê der barê hûrgiliyan de, nîşan dide ku ji hêla hikumetê ve guman li ser naveroka peymanê hene û ger şert û mercên navneteweyî û herêmî yên guncaw derkevin holê, dibe ku hikumet xwe ji peymanê bikişîne.

Axaftina li ser pêkanîna nerm nayê wateya ku ev peyman ne ji baweriyeke xurt a hevkariyê ji aliyê Şamê ve pêk hatiye, lê ew di encama hevsengiyeke neçar a her du aliyan de pêk hat. Şam bi dilxwazî ​​destê xwe dirêjî QSD'ê nake, lê ji ber zextên navneteweyî ew neçar e û ji ber ku wê fêm kiriye ku vegerandina desthilatê bi zorê êdî ne pêkan e. QSD jî tevlî vê pêvajoyê bû, ji ber ku ew fêm dike ku piştgiriya Amerîkayê ne garantiyeke daîmî ye û piştgiriya Ewropayê ya bi serokatiya Fransayê, bûye sedema qebûlkirina hin daxwaz û şertên wê.

Hêjayî gotinê ye ku ji dehan salan ve ev cara yekem e dewlet, bi rejîmên xwe ve, neçar dibe ku bi ramana hevkarîyê bipejirîna, li şûna ramana serdestiyê. Lê xetere ew e ku Şam vê derfetê bi awayekî demkî bi kar bîne da ku pozîsyona xwe baştir bike û eger derfet çêbe dev jê berde.

Ger ev nermbûn nebe nêrîneke nû ya neteweyî, dê bêaramî berdewam bike û krîz nayê çareserkirin.

Encamên van têgihîştinan çawa dikarin werin xurtkirin û dewlet divê çi guherînên siyasî û destûrî pêk bîne?

Eger Şam ji siyaseta xwe ya provokasyon û zextê venegere û wêrekiya siyasî nîşan nede, hemû lihevhatin dê bê wate bimînin. Xurtkirina encamên her peymanekê dê wiha pêk bên; berî her tiştî, divê peyman ji gelê Sûriyeyê re werin aşkerakirin û were xwestin ku divê ev peyman pêk bên û divê ji pêkanîna nenavendîbûna rastîn û beşdariya rastîn di biryardanê de, netirsin.

Ev yek tenê bi sozên niyetên baş an jî guhertinên şeklî pêk nayên. Divê reformên siyasî di destûrê de werin bicihkirin; yan na, çi lihevhatin bibe dê lawaz be. Dê her alî li benda kêliyekê be ku hevsengiyên navneteweyî werin guhertin da ku êrişî aliyê din bike.

Ger pergala dewleta Sûriyeyê ji bo cihêrengî û hesabdayînê neyê vekirin, pêkanîna aramiyê dê bibe xeyal.

Çi ji hikumeta demkî tê xwestin da ku civakên cuda yên Sûriyeyê, bi taybet Kurd, bawer bin û mafên wan misoger bibin?

Bi rastî, kes bi gotinên vala bawer nake. Tiştê ku ji Şamê tê xwestin ew e ku ji mentiqê desthilatdariyê ber bi ya hevkariyê ve biçe. Bêyî naskirina aşkera û zelal a mafên Kurdan û pêkhateyên din di destûrê de, hemû gotinên din vala ne û ne cihê baweriyê ne, ew tenê dubarekirina heman rêbazên berê ye ku bûye sedema mezinbûna krîzan.

Tiştê ku tê xwestin bernameyeke siyasî ya zelal e ku wekheviya maf û berpirsiyariyan garantî bike û pirrengiya Sûriyeyê wek çavkaniyek hêzê, ne wek çavkaniyeke qelsiyê bibîne. Tenê wê demê ev lihevhatin dikarin bibin kevirê bingehîn ji bo çareseriyeke neteweyî ya rastîn.

Tişta herî girîng ku îro ji Şamê tê xwestin ne demê derbas bike, lê baweriyê ava bike, dem derbas dibe, eger dewlet xwe ji nû ve wek dewleteke hemwelatîbûnê nîşan nede, dê rewatiya xwe ya navxweyî ya mayî jî winda bike.

(k)

ANHA