Amerîka: Divê Iraq  û Herêm bi diyalogê pirsgirêkan çareser bikin

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Tommy Pigott, têkildarî aloziyên navbera Herêma Kurdistan û hikûmeta Iraqê de got: “Em piştgiriyê didin rêbazên diyalogê ya ji bo çareserkirina pirsgirêkên navbera hikûmeta Iraq û Herêma Kurdistanê.

Amerîka: Divê Iraq  û Herêm bi diyalogê pirsgirêkan çareser bikin
28 mijdar, 2026   10:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Tommy Pigott di derbarê helwesta Amerîka ya li ser pirsgirêkên navbera Herêma Kurdistan û hikûmeta Iraqê de daxuyaniyek da.

Tomm Pigott got ku wek Amerîka ew piştgiriyê didin rêbazên diyalogê yên ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkên ku di navbera hikûmeta federal a Iraqê û hikûmeta Herêma Kurdistanê de hene, bi şêweyek ku li gor pîvanên destûra Iraqê be.

Her wiha Tommy Pigott got ku Washington Iraqeke yekgirtî, federal û serbixwe dixwaze û di heman demê de piştgiriya Herêmeke Kurdistanê ya aram û pêşketî ya di çarçoveya Iraqê de dike.

Ev daxuyaniya Wezareta Derve ya Amerîkayê di demekê de ye ku peywendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê ji ber gelek pirsgirêkên çaresernekirî di qonaxeke hestiyar de ye. Berî niha jî Serokê Amerîkayê Donald Trump piştgiriya xwe ji bo siyaseta Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî ya ji bo sepandina desthilata dewletê bi ser tevayî Iraqê de, nîşan dabû.