Xatirxwestinên bêdawî - BINEFŞ SARYA

Xatirxwestinên bêdawî - BINEFŞ SARYA
Xatirxwestinên bêdawî - BINEFŞ SARYA
Xatirxwestinên bêdawî - BINEFŞ SARYA
8 tebax, 2026   06:15

13 sal û 27 sal, gava bi hejmar li her du jimaran dinêrim, ji guh û çavên min re çi qas demên dirêj, dûr û ji hev xerîb tên. Lê gava guhê xwe didim dengê dilê xwe, bi qasî henaseyeke ji nava kezeba min a ku tijî bêrîkirin derdikevin, nêzî min e. Di 8’ê Tebaxê de dibe 26 sal ku tu biçûka Denizê yanî mezina min Sarya Reşo (genç) di sihareke germa havînê de ku wekî temenê te yê biçûk tu bê xatir ji nava refên gerîla veqetiyayî û çûyî. Piştî te bi 15 salan di heman rojê de, delaliya ber dilê min, Deniz Firat jî da pey te û ew jî bê xatir ji nava me veqetiya û bû rêwiya rêya ber bi te ve. Gelo hezkirin ew girêdana di navbera we de ye? Hûn bi hev re di heman rojê û salê de tev li nava refên gerîla bûn, bi hev re fêrî jiyana çiya bûn. Lê mixabin wextê we yê hûn bi hev re mezin bibin çênebû. Wekî Denizê digot “tu pir zû çûyî nazenîna bejnzirav”. Lê çi seyr e ku piştî te bi salan Deniz jî di heman rojê û saetan de berê xwe da rêya te û ber bi te ve hat.

Piştî we dilê min di nava xerîbiya tenêtiya we de şewitî, dişewite û dê bişewite. Gava mirov disekine û li jiyana me mêze dike, ji xwe re dibêje gelo yên ev bûyer, rewş û kêlî dîtine ez im? Di belgefîlma Bakur de hevalê Atakan dibêje ku “gava em bisekinin li jiyana xwe bihizirin dibe ku em mêjiyê xwe winda bikin.” Bi rastî jî gelek caran ez vê gotina heval dijîm û bi rastiya wê baştir dihesim. Rewş û bûyerên em zarokên Rojhilata Navîn dijîn, ne gengaz e ku zarokekî rojavayî bijî û bikare bi awayekî asayî xwe ji bandorên wan bûyeran rizgar bike. Gelo em pir bi hêz in, yan jî wextê me yê em bikarin li jiyana xwe bihizirin nîn e. Bi ya min em wext nabînin ku li jiyana xwe bihizirin. Her yekî ji me bi dehan hezkirî, dost, heval û ferdên malbata xwe di nava şeran de ji dest dane. Gava Deniz şehîd ket, em hîn di nava komkijî û jenosîda fermana Şengalê de bûn. Me nedikarî ku em li pey Denizê çend rondikên bê şerm bibarînin. Ji ber ku bi Denizê re bi hezaran mirov di fermanê de hatibûn qetilkirin û gelek ji wan winda bûn. Kesê nedizanî bê ka li ku û çawa hatine kuştin. Hîn bermahiyên fermanê nehatibûn zelalkirin, êrişên ser Kobanê dest pê kirin û vê carê reva mirovan a ji mirinê li wir dest pê kiribû. Hevalên Denizê ji bo jiyana hinekên din, jiyana xwe dikir gorî û berê xwe dida Kobanê. Jixwe gerîlayên PAJK û PKK’ê sond xwariye ku ji bo jiyana gelê xwe jiyana xwe bikin gorî û heta henaseya xwe ya dawî ji bo jiyana wan li ber xwe bidin.

Min di demeke wiha bişewat de tu ji dest dayî. Ne tenê min, me hezkiriyên te tevan şerm dikir li pey çûyîna te bi awayekî vekirî çend rondikan bibarînin. Bi qasî ku dilê me dişewitî hêrs, kîn û nefreta me jî ya li hember qatilan zêdetir dibû. Her kesê/î ji bo tolhildanê sond dixwar û bi wê hêrsê ji bo jiyandinê soz didan. Her êşekê êşa ya din zêdetir dike. Niha jî gava van hevokan dinivîsim, wisa pê dihesim ku tu nû îro çûyî, jana çûyîna te wekî kêliya yekem ku min bihîstî di dil, mêjî, rih û bedena min de teze ye. Di her kêliyê de dizanim ku parçeyek ji bedena min çûye, ez di her kêliyê de bi kêmbûna wê parçeyê bedana xwe dihesim. Her kare ku dikim, di dilê xwe de dibêjim gelo ew parçeya bedena min hebûya wê ev karê ku ez dikim, çiqasî serkeftî tir û xweştir bûya. Ma mirov dikare dilê xwe li cihek din bihêle û biçe? Na gava mirov bê dil be, ne dikare bijî û ne jî dikare bibe xwedî wijdan. Ji ber wê ye ku her cihê ez biçimê hûn bi min re li wirin. Çi seyre gava ez bi te dihizirîm, mamosteyek me di wê kêliyê de wiha got, gelek caran mirovek ji bo du mirovan dijîn. Ez jî li hevala kêleka xwe zivirîm û min gotê ez ji bo me çar mirovan dijîm. Li şûna xwe ez ji bo we her sêyan jî dijîm. Heta gelek caran ji bîra dikim bê ka ez ji bo xwe dijîm an ji bo we dijîm. Di her kêliyê de dihizirim bê ka ez çi qas baştir dikarim we bidim jiyandin. Her gava bi navê min gazî dikin, dihizirim ku Binefşa mezin dijî. Gava paşnavê xwe dibêjim dihizirim ku di wê kêliyê de behsa bedewiya dilê Saryayê dikim. Li her derê û di her kêliyê de hewl didim te bi hemû heval û dostên li dora xwe bidim nasîn û serpêhatî, bîranînên te ji wan re vebêjim. Naxwazim bêyî te bibim mêvanê dilê heval û hezkiriyên xwe. Gava kesek min nas dike, bawer im ku we her sêyan jî nas dike û ji min zêdetir dizane hûn xwedî taybetmendiyên çawan in. Ji ber wê ye tu caran naxwazim bêjim hûn çawa şehîd ketine, her tim dixwazim bêjim bê hûn çawa jiyan û çi qasî ji jiyana hevaltiyê hez kir. Delala dilê min Deniz, te Binefş û Sarya dan jiyandin, ez û hezkiriyên te jî hewl didin te û wan jî bidin jiyandin. Dizanim hêza min têra vegotina bedewiya dilê te yê Deryayî nake, lê em ê her di nava hewldayîna jiyandina te û wan de bin.