220 xwendevan li Akademiya Latşîn perwerdeya teknolojiyê dibînin

Li bajarê Girke Legê 220 xwendevan li Akademiya Latşîn fêrî çêkirina bernameyên kompîturê û parastina sîber dibin.

8 tebax, 2026   03:45
QAMIŞLO
KÎNAN EL SEYÎD

Li bajarê Girke Legê gelek xwendevan û bi taybet ciwan, xwe fêrî teknolojiyê dikin. Akademiya Latşîn 3`yê Gulanê 2025`an vebûye û derdora 325 kesî perwerde lê dîtiye. Niha jî 220 xwendevan li akademiyê perwerdeyê dibînin û fêrî teknolojiyê dibin.

Gerînendeyê akademiyê Loran Hadî ji ANHA`yê re axivî û got: "Li ser pêdiviya civakê akademî vekirin. Niha jî derfet heye ku her kes li akademiyê xwe fêrî teknîkê bike. Dewreyên me yên perwerdeyê 3 mehan dirêj dikin, lê li gorî beşan dem tê guhertin. Li akademiyê derfet heye ku xwe fêrî çêkirina bernameyan, hişê çêkirî, parastina sîber, ziman, muzîk, montaj û wênexêziyê bikin."

Her wiha Hadî diyar kir ku 26 mamoste li akademiyê waneyan didin, rewşa aborî ya xwendekeran didin ber çavan û derfetê didin zarokên malbatên şehîdan.

Mamoste Reşa Elî jî got: "Em teorî û pratîkê bi hev re fêr dikin. Piştî ku xwendekar fêrî huneran dibin, êdî dikarin bixebitin û pêşketin di civakê de çêbe. Berê peymangeh û akademî li bajarê Girke Legê nebûn, ji ber wê xwendevan diçûn bajarên dîtir dixwendin, lê niha akademî heye û dikarin li bajarê xwe bixwînin."

Xwendevan Izedîn Şadî jî got: "Min ji zû ve dixwest xwe di aliyê teknîkê de fêr bikim, lê peymangeh û akademî nebûn. Piştî akademî vebû derfet çêbû em bixwînin."

(np)

ANHA