‛Em nikarin ji bilî kurdî bi zimanekî din bixwînin’

Piştî 14 salan ji perwerdeya bi zimanê dayikê û parastina wê, xwendekar rûbirûyî astengiyeke din a li dijî siberoja wan a xwendinê ne. Xwendekar daxwaza perwerdeya bi zimanê kurdî dikin.

‛Em nikarin ji bilî kurdî bi zimanekî din bixwînin’
5 îlon, 2026   06:45
HESEKÊ
CÎHAN MIHEMED

Bertekên xwendekaran li dijî biryara Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyeyê ya xwendina bi zimanê kurdî di hefteyê de tenê bi 3 waneyan, zêde dibin.

Der barê mijarê de xwendekar Lavîn Îsmaîl a ku diçe refa 10’an û ji refa 1’ê ve bi zimanê kurdî dixwîne, got: “Ez ji refa 1’ê heta niha bi zimanê kurdî dixwînim û di xwendina zimanê xwe yê dayikê de serkeftî me.”

Lavînê wiha domand: “Hêviya min zimanê min ê xweşik bikeve materyalan û ji mafê her kesî ye ku bi zimanê xwe yê dayikê bixwîne.” Lavînê banga guhdarîkirina li daxwazên xwendekaran û xurtkirian wan a berdewamkirina xwendina bi zimanê xwe kir.

Lavînê di dewama axaftina xwe de wiha anî ziman: “Em xwendekar ne li dijî proseya entegrasyonê ne, lê divê zimanê me were parastin û mafê xwendekaran were bicihanîn. Piranî xwendekaran biryar da neçin dibistanan, ji ber ku nikarin bêyî zimanê xwe bixwînin. Başiya yekemîn ji mamosteyan re ye, ji ber ku wan di oxira xwendekar bi zimanê xwe bixwînin de tê koşiyan û ked da.”

Lavînê di dawiyê de got: “Piştî 14 salan ji têkoşîn û fedakariya şehîdan em îro rûbirûyî vê biryara neadilane ne. Em bi hêvî ne aliyên eleqedar li biryara xwe vegerin û zimanê Kurdî bikin zimanê fermî heta ku em xwendina xwe bidomînin.”

Lava Hesen jî got: “Daxwaza me ya yekane zimanê me bikevin mataryalan. Ji ber ku zimanê me hebûn û nasnameya me ye û em zimanê xwe tên nasîn.”

Lavayê wiha dewam kir: “3 saet xwendin di hefteyê de têrê nakin û em qebûl nakin. Ji ber ku nifşek bi temamî ji qonaxa seretayî û heta bawernameya amadehî bi zimanê xwe yê dayikê xwend. Ev biryar ne adilane ye.”

Di dewama axaftinê de Lavayê got: “Em ê zehmetiyên mezin di xwendina ji bilî zimanê xwe de bikişînin. Ziman nasnameya me ye, têkoşîna 14 salan û fedakariyên şehîdan ji bo ev ziman û nasname bimîne bû. Em fedakariyên şehîdan ji bîr nakin. Em xwendekar vê biryarê qebûl nakin.”

Li aliyekî din jî xwendekar Sêlîn Etê jî got: “Ez ji 8 salan ve zimanê kurdî dixwînin û bi hêvî me zimanê kurdî bikeve materyalan. Ji ber ku zimanê me û nasnameya me ye. Ji bo me zimanê kurdî dengê şoreşa kurdî ya 14 salan berdewam kiriye, ye.”

Sêlînê di dawiyê de got: “Ez bi hêvî me zimanê kurdî bimîne heta ku em jiyaneke azad û birûmet bijînin. Her wiha wergerandina mataryalên bi zimanê kurdî bo erebî dê xwendinê pir zehmettir bike.”

Xwendekar Evîn Xelef jî got: “Daxwaza me ya sereke em perwerdeya xwe bi zimanê kurdî temam bikin. Em spasiya dayikên şehîdan dikin. Ji ber ku bi saya fedakariyên zarokên wan em gihîştin vê qonaxê.”

Di dawiyê de Evînê anî ziman: “Daxwaza me ya bingehîn zimanê kurdî bikeve nava mataryalan. Me salên dirêj bi zimanê xwe xwendiye û em nikarin îro bi hêsanî li zimanekî din vegerin.”

(f)

ANHA