Hunermend Gulistan Tahir koça dawîn kir

Hunermend û lîstikvana şanoyê Gulistan Tahir li Almanyayê jiyana xwe ji dest da.

Hunermend Gulistan Tahir koça dawîn kir
5 îlon, 2026   14:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro hunermend Gulistan Tahir li bajarê Bochum ê Almanyayê jiyana xwe ji dest da. 

Gulistan Tahir ji bajarê Dirbêsiyê yê parêzgeha Hesekê ye, sala 1984`an bi stranbêjiyê, endamtiya komên folklora kurdî dest bi rêwîtiya xwe ya hunerî kiriye, hejmarek stran pêşkêş kirine ku yek ji wan jî strana navdar a “Qamişloka Evînê” ye.

Gulistan Tahir di nava malbateke hunerperwer de ji dayik bûye, bavê wê hunermend Necim Omerî ye û dayika wê stranbêj Hesîna Omerî ye. Xwişka wê Mizgîn Tahir hunermanda operayê ye, birayên wê Remedan Necim Omerî û Şikrî Sobarî jî hunermendên navdar in.

Rêwîtiya Gulistanê ya hunerî tenê bi stranbêjiyê sînordar nema, paşê wê berê xwe da qadên şano û lîstikvaniyê, bi derhêner û nivîskarê şanoyê Adil Îsmaîl re xebat daye meşandin. Gulistanê xebatên xwe yên hunerî piştî çûyîna xwe ya Almanyayê domandin, beşdarî gelek çalakiyên hunerî û çandî yên kurdî yên li Ewropayê bû.

Gulistan Tahir di Mîhrîcana Şanoyê ya Seqizê ya Rojhilatê Kurdistanê de xelata lîstikvana herî baş wergirtibû.

(sb)

ANHA