Kongra Star qetilkirina Sîpan şermezar kir û daxwaza hesabpirsînê kir

Kongra Star diyar kir ku qetilkirina Sîpan gefeke rasterast li ser ewlehî, aştiya civakî ye û destnîşan kir ku divê hemû têkiliyên li pişt vê bûyerê bê derengî bên eşkerekirin û berpirsên wê bên diyarkirin.

Kongra Star qetilkirina Sîpan şermezar kir û daxwaza hesabpirsînê kir
11 îlon, 2026   19:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Kongra Star der barê bûyera şehîdxistina şervanê Tûgeya Hesekê Sîpan (Samî Şêxmûs Hiso) de daxuyaniyek nivîskî weşand

Di daxuyaniyê de şehîxistina şervanê Tûgeya Hesekê Sîpan bi tundî hat şermezarkirin û hate gotin: "Ev sûc ku bi awayekî hovane hatiye kirin, ne tenê binpêkirina mafê jiyanê û rûmeta mirovan e, lê di heman demê de gefeke rasterast e li ser ewlehî, aştiya civakî û jiyana hevpar a gelên herêmê ye. Em li hember vê hovîtî û hemû cureyên şîdet, tolhildan û provokasyonên ku dixwazin civakê bikevin nav pevçûn û nakokiyan, helwesteke zelal digirin û daxwaza dadmendî û hesabdayînê dikin.

 Ev êriş, berê eşkere ye ku ji berjewendiyên hêzên naxwazin gelên Kurd û Ereb bi hev re di aşitiyê de bijîn û li Sûriyê bi îradeya hevpar a gelan jiyaneke nû û rêzeke demokratîk ava bibe, sûd werdigire û provokasyoneke cidî ye. Nemaze ev bûyer ku 10‘ê Îlonê an ku piştî civîna li ser pêşeroja Hesekê, rewşa saziyên xizmetê û pêşvebirina pêvajoya entegreyê hatiye kirin, rû daye, pir balkêş e.

Her ku di rêya entegre û jiyana hevpar de gavek tê avakirin û li dûv re êrişên wiha yên ku dixwazin qeraxên civakî û nakokiyên di nav gelan de bilind bikin, rû didin. Ev bizanebûn tê kirin . Ji ber vê yekê, divê hemû girêdan û têkiliyên li pişt vê bûyerê bê derengî bên eşkerekirin û berpirsên wê bên diyarkirin.

Her cûre pevçûnek ku dixwaze gelên Kurd û Ereb li dijî hev bixe û herêmê careke din ber bi dorhêla şer û tolhildanê ve bibe, dê  berdelen giran ji hemû gelan  re derxe. Pêvajoya ku em tê re derbas dibin pir girîng û hesas e. Ji ber vê yekê, divê gelên me li hember van provokasyonan bi baldarî û hişyarî, bi aqil û sekînetê tevbigere. Herwiha, berpirsên hikûmetê divê bê derengî bikevin tevgerê, vê bûyera giran di hemû aliyên wê de ronî bikin û hêzên li pişt wê eşkere bikin.

Ji ber vê yekê, em wekî Kongra Star daxwaz dikin:

- Vekolînek serbixwe, eşkere û bêalî li ser vê bûyerê bê destpêkirin û hemû aliyên wê bêne ronîkirin.

- Hemû kes û aliyên ku di planandin, pêkanîn û piştgiriya vê sûcê de roleke lîstine bêne diyarkirin û li gorî qanûnê bêne hesabpirsîn.

- Mafê jiyanê, ewlehî û rûmeta hemû kesan bê parastin û rê li ber kuştin, tolhildan û şîdeta eşîretî bê girtin.

- Mafên malbata mexdûr bêne parastin û ji wan re mafê rastî, dad û hesabdayînê bê garanti kirin.

- Saziyên berpirsyar bê derengî gavên pêwîst bavêjin da ku dubarebûna bûyerên wiha were astengkirin û ewlehiya civakî bê parastin.

- Hemû hêz û aliyên siyasî û civakî li dijî provokasyonên ku dixwazin gelên Kurd û Ereb li dijî hev bixin, berpirsiyariyeke dîrokî û civakî bigirin û rêya aştiyê, jiyana hevpar û çareseriya demokratîk biparêzin.

Em bang li hemû saziyên mafên mirovan û hêzên civakî dikin ku li hember vê bûyerê bêdeng nemînin û ji bo parastina mafê jiyanê, dad û mafên mirovan helwesteke eşkere nîşan bidin."

(bb)