Jinên koçer li Dêrikê.. reseniya ku ji nifşekê diçe ji nifşeke din re

Di navbera cilên flokorî û gotina stranên kevneşopî yên kevin, jinên koçer kevneşpiyên xwe yên civakî yên ku ji dabîrên xwe girtine diparêzin, bi vê gavê mîrateyê pêşkêşî nifşên nû dikin, karên destan, birêvebirina karên malê beşeke jiyana jinên koçer in, li kur be van xebatan pêk tîne.

Jinên koçer li Dêrikê.. reseniya ku ji nifşekê diçe ji nifşeke din re
Jinên koçer li Dêrikê.. reseniya ku ji nifşekê diçe ji nifşeke din re
Jinên koçer li Dêrikê.. reseniya ku ji nifşekê diçe ji nifşeke din re
Jinên koçer li Dêrikê.. reseniya ku ji nifşekê diçe ji nifşeke din re
Jinên koçer li Dêrikê.. reseniya ku ji nifşekê diçe ji nifşeke din re
Jinên koçer li Dêrikê.. reseniya ku ji nifşekê diçe ji nifşeke din re
6 îlon, 2026   06:51
QAMIŞLO
KELSÛMA ELÎ

Jinên koçer li herêma Dêrikê, bi kevneşopî û awayê jiyana xwe ya ciyawaz tên naskirin, jiyana wan di navbera karê malê yê giran û xebatên derveyî malê berdewam dike. Ew jin ajal û pezan xwedî dikin, cilên kevneşopî çêdikin, dîmenê berê yê ku jinan cilên xwe yên taybet ên floklorî li xwe dikirin diparêzin, ew jin bi jiyana wiha ve girêdayî ne.

Navê “Koçer” li ser eşîrên Kurdan ên ku ji bo xwedîkirina pez û sewalan xwe li zozanan di bin konan de dijiyan derketiye holê, jêdera debara jiyana wan a sereke xwedîkirina sewalan bû.

Di jiyaneke wiha de jinên koçer roleke bingehîn û dîrokî ya girêdayî çand, civak û aboriyê de pêk tînin, jiyana wan ya rojane veguherî rêzexebatên giran ên ku ew bi awayeke geş pêk dianî, mal bi rê ve dibir, berpirsyartiya malbatê radikir ser milê xwe, mîratiya dabîr û babîran jî li gel xwe digirt.

Jinên koçer bi xwedîkirina sewalan navdar in, lê behremendiya wan dighêje karên destan ên kevneşopî weke çêkirina berikan ji kej û hijiyê. Wan mohra xwe ya bi hêz li avakirina malên axî û piştgiriya mêran xistiye û bûye parêzvana bingehîn ya kevneşopiya gelêrî ya kurdî.

Li kêlek lênerîn û destketdayîna wê ya ji bo malbata wê û kesên derdorê, jina koçer di qada aborî de jî xebatê dide meşandin, şîr, penêr, rûn û mast li sûkên bajêr û ji bo malan difroşe.

Tişta xweş a ku jina koçer ciyawaz dike, bîrdanka wê ya devokî e, ew bi rêya stranbêjiyê û gotina çîrokan mîrateya xwe ya kurdî diparêze. Jinên koçer bi awayê gotina stranan bi awayeke komî tên naskirin û stranan bêyî alavên muzîkê dibêjin.

Ji bo naskirina jiyana jinên koçber me bi jina bi navê Buşra Hesen (70) a ji gundê Banşketfê yê girêdayî devera koçeran li bajarê Dêrikê hevdîtinek kir, Buşra got: “Dema ez biçûk bûm, min hirî, berik û tiştên din yên ku min ji dayîka xwe girtine çêdikirin, niha ez çêlekekê xwedî dikim û ji şîrê wê sûd digirim, piştî ku ew pêdiviya malbata xwe jê digirim, ez berê xwe didim sûka bajarê Dêrikê, şîr, mas û penêr difroşim welatiyan, ez hîn jî bi vê xebatê ji bo dabînkirina pêdiviyên malê alîkariya zarokên xwe dikim.”

Buşra wiha axaftina xwe domand: “Jiyana me li ser xwedîkirina ajalan, karên dest, cotkarî û gotina stranan e, em jiyana xwe bi destên xwe çêdikin, em berpirsyartiya xwe ya li hemberî civak û malbatên xwe bi vî awayî pêk tînin.”

Buşra behsa cil û bergên jinên koçber kir û got: “Heta di cilan de, cilên me ji yên jinên din cuda ne, cilên me yên taybet hene, kiras û xeftanên ku bi şêwazeke taybet tên dirûtin, ev cil nasname û sembola me me ne û cudahiya me nîşan dide.”

Di dawiya axaftina xwe de Buşra Hesen bal kişand ser atmosfera cuda ya gotina stranan a ku di rûniştin û dîlanên xwe de pêk tînin û wiha anî ziman: “Em li herêmê bi gotina stranên kevneşopî tên naskirin, 2 jin stranê dibêjin û yên din bêyî bikaranîna alavên muzîkê stranê bi awayeke yekser li pey wan vedigerînin. Li ser vê awaza kevin em dîlanên xwe yên berê digerînin.”

(sb)

ANHA