WHO: Kolera li zêdetirî 30 dewletî di nav de Sûriyeyê belav dibe

WHO′yê aşkera kir ku pandemiya kolera herî kêm li 31 dewletên cîhanê di nav de Sûriyeyê belav dibe û gefan li nêzî milyarek mirov dixwe.

WHO: Kolera li zêdetirî 30 dewletî di nav de Sûriyeyê belav dibe
20 cotmeh, 2023   12:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Gerînendeyê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) Tedros Ghebreyesus li pêş nûnerên şandeyên dîplomasî li Cinêvê ragihand ku bi hevrûkirina sala 2021′an hejmara agahiyên pêketina kolera di sala 2022′yan de 2 qatî bû. Ghebreyesus hişyariya li ser îsal ku hejmara zêde bibe da û got herî kêm pandemiya kolera di 2023′yan de li 31 dewletên li cîhanê belav bûye û milyarek mirovî di xeleke xeteriyê de ne.

Tedros Ghebreyesus anî ziman ku diviyabû ev pandemî ji demeke zû de bihata tunekirin, lê di rewşa heyî de zêde dibe.

Tedros Ghebreyesus destnîşan kir ku tiştê herî zêde mirov dixe fikar û metirsiyan ew e ku pandemiya kelera li Burundi, Cameroon, Komara Congo ya Demokratîk, Etyopiya, Tanzania, Sûdan, Sûriye, Zimbabwe û başûrê parzemîna Afrîkayê belav dibe. Lê ji bo kontrolkirin vê nexweşxaneyê tedbîrên mezin hatine girtin, lê baran xeteriya berbelavbûna vê nexweşiyê bi awayekî cidî zêde dike û metirsiyan çêdike.

Tedros Ghebreyesus bal kişand ku dermanên kolera yên bi rêya dev tên birin pir kêm in û bang li civata navneteweyî kir ku 160 milyon dolar ji bo vê pandemiyê kom bike.

(fr)