Bîlançoya şerê Îsraîl-Hemasê giran dibe: Zêdetirî 5 hezar kes hatin kuştin

Di şerê Îsraîl-Hemasê de hejmara miriyan 5 hezar derbas kir. Destûr hate dayîn ku alîkariya mirovî ji deriyê sînor ê Refahê derbasî Xezayê bê kirin. Îsraîlê ragihand ku dê li ser sînorê Lubnanê bajarokekî vala bike.

Bîlançoya şerê Îsraîl-Hemasê giran dibe: Zêdetirî 5 hezar kes hatin kuştin
20 cotmeh, 2023   12:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî datayên heyî dê şerê Îsraîl-Hemasê giran bibe.

Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya hikûmeta Hemasê ku Xezayê di bin kontrola xwe de digire, di bombebaranên Îsraîlê de herî kêm 3 hezar û 785 kes hatin kuştin, di nav de hezar û 524 ji zarok in û zêdeyî 12 hezar kes birîndar bûn.

Li aliyê Îsraîlê jî hejmara miriyan ji hezar û 400 kesî zêdetir e û ji wan 306 leşker in. Artêşa Îsraîlê diyar dike ku 203 kes ji aliyê Hemasê ve dîl hatine girtin.

Artêşa Îsraîlê ragihandibû ku cenazeyê hezar û 500 çekdarên Hemasî ku di roja destpêkê ya êrişê de ketibûn xaka Îsraîlê, dîtine.

JI DÎMENÊN PEYKÊ ASTA HILWEŞÎNÊ

Li gorî Ofîsa Koordînasyona Karên Mirovî (OCHA) a Neteweyên Yekbûyî, li Xezayê 2 hezar û 185 avahî bi temamî hilweşiyan û 5 hezar û 434 mal jî zirarên giran dît.

Li gorî Wezareta Avakirinê ya Herêmî 8 hezar û 840 malên din jî hilweşiyane. Ev hilweşîn li hin herêmên ku ji êrîşan bandor bûne, ji peykê jî tê dîtin.

ÎSRAÎL BAJAROKÊ LI SER SÎNORÊ LUBNANÊ TAHLIYE DIKE

Îsraîl xwe ji tevgereke bejahî amade dike, bi Hîzbûllah a Lubnanî re jî şer zêdetir dibe.

Artêşa Îsraîlê bi daxuyaniya ku roja Îniyê dayî, ragihand ku wê bajarokê Kiryat Shmona ya xwedî 25 hezar nifûsê, vale bike. Herêma ku cîranê sînor ê Lubnanê ye, ji 7’ê Cotmehê ve di bin metirsiyê de ye.

ALÎKARIYÊN MIROVÎ WÊ DERBAS BIBIN

Tê payîn ku alîkariyên mirovî yên ji bo Filîstîniyên ku li Xezayê asê mane, vê roja Îniyê bikevin bajar.

Misirê roja pêncşemê ragihandibû ku ew destûr dide ku alîkariyên mirovî li ser sînorê deriyê Refahê derbasî Xezayê bibin. Beriya rojekê Îsraîlê erê kiribû ku ev derî vebe.

SEFÎRÊ BILIND Ê ENQEREYÊ YÊ ÎSRAÎLÊ, TIRKIYE TERIKAND

Li aliyê din Sefîrê Bilind ê Enqereyê yê Îsraîlê Irit Lillian bi dîplomatên din ên Îsraîlî re ji Tirkiyeyê çû.