WHO: Birçîkirina welatiyên li Xezayê sûcê şere

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ragihand ku birçîkirina welatiyên li Xezayê sûcê şere û got: “Îsraîl divê trajediya li Xezayê ku zêdetirî 370 kesan jiyana xwe ji dest dane, rawestîne.”

WHO: Birçîkirina welatiyên li Xezayê sûcê şere
6 îlon, 2025   11:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Dîrektorê Giştî yê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (World Health Organization) Tedros Adhanom Ghebreyesus têkildarî siyaseta Îsraîlê ya birçîkirina welatiyên li Xezayê, di daxuyaniya çapemeniyê de axivî.

Tedros Adhanom diyar kir ku birçîkirina welatiyên li Xezayê sûcê şere û bang li Îsraîlê kir ku trajediya li Xezayê ku heta niha zêdetirî 370 kesan jiyana xwe ji dest dane, rawestîne.

Tedros Adhanom Ghebreyesus got: “Ev trajediya ku Îsraîlê li Xezayê afirandiye dikare di demek nêzîk de were rawestandin. Ji destpêka şer heta niha li Xezayê nêzîkî 370 kes ji ber birçîbûnê jiyana xwe ji dest dane. Ji vane zêdetirî 300 kes tenê di nava du mehên borî de mirine.”