Li Spanyayê hilbijartin: Rastgir dikare bibin desthilatdar!

Li Spanyayê dengdêr ji bo diyarkirina parlamentoya nû çûn ser sindoqan. Li gorî pêşbîniyan, di vê hilbijartinê de partiyên rastgir dikarin koalîsyonê ava bikin.

Li Spanyayê hilbijartin: Rastgir dikare bibin desthilatdar!
29 mijdar, 2026   13:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Spanyayê hilbijêr bi mehan beriya dema diyarkirî ya hilbijartinê ji bo nûkirina parlamentê dengê xwe bi kar tînin. Dengdanê bi dema Madridê saet di 09:00 de destpê kir û wê saet di 20:00 de bi dawî bibe. 

Serokwezîr Pedro Sánchez ê sosyalîst ku ji sala 2018'an û vir ve li ser desthilatdariyê ye, lîderê Partiya Gel (PP) Alberto Núñez Feijóo, lîderê Voxê Santiago Abascal û ji tifaqa çep Frente Amplio, Ada Colau di nava pêşbirkê de ne.

Li Spanyayê ji 38 milyon 728 hezar 356 hilbijêrên qeydkirî 35 milyon 958 hezar 711, her wiha li derveyî welat jî 2 milyon 769 hezar 645 hilbijêr wê dengê xwe bi kar bînin.

JI BO HIKUMETÊ PÊWÎSTÎ BI 176 WEKÎLAN HEYE

Kongreya Nûneran a ji 350 endamî, ji bo serokwezîrek karibe dest bi wezîfeyê bike, dengdana pêbaweriyê dike. Namzet di tûra destpêkê de divê piştgiriyê ji 176 wekîlan werbigire. Tûra duyemîn jî herî kêm di nava 48 saetan de divê bê kirin û di vê tûrê de piraniya dengan têrê dike.

Eger di nava du mehan de namzetek nikaribe dengê pêbaweriyê ji bo avakirina hikumetê werbigire, hilbijartin jinûve tê kirin.

 Li gorî anketa LCP PP derdora ji sedî 31 ê dengan dibe partiya destpêkê. PSOE ya li desthilatdariyê ji sedî 28, Vox jî ji sedî 18 ê dengan bi dest dixin.

 Li gorî anketan nayê payin ku PP bi tena serê xwe piraniya endaman bi dest bixe. Ji bo karibe hikumeteke rastgir ava bike, wê pêwîstiya xwe bi piştgiriya Vox a rastgiriya tund hebe. Eger Vox bikeve nava hikumetê wê ev yek bê wê wateyê ku piştî mirina Franco ya sala 1975'an û vir ve yekemcar rastgiriyeke tund bikeve nava desthilatdariyê.

 Li gorî bernameya hilbijartinê ya fermî encama dawî ya hilbijartinê wê di navbera 4 û 7'ê Kanûna 2026'an de bê eşkerekirin.

 Qral Felipe yê 6'emîn jî piştî diyarbûna encaman wê bi nûnerên partiyên siyasî re rûnê û ji bo avakirina hikumetê namzetekî wezîfedar bike.