Hevpeymaniya Mekeyê: Pakistanê leşker şand Erebistana Siûdî

Pakistanê di çarçoveya Hevpeymana Mekkeyê de leşker şand Erebistana Siûdî.

Hevpeymaniya Mekeyê: Pakistanê leşker şand Erebistana Siûdî
29 mijdar, 2026   13:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Pakistan ku yek ji aliyên Hevpeymana Mekkeyê ye, li gorî hevpeymanê leşker şand Erebistana Siûdî. Di daxuyaniya Yekîneya Têkiliyên Giştî ya Artêşa Pakistanê (ISPR) de ji bo şandina leşkeran wiha hat gotin: “Rêveberiya Îslamabadê biryardariya xwe ya di warê parastina ewlehî, serwerî û yekparçeyiya axa Erebistana Siûdî de didomîne.”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku leşkerên Pakistanê yên duh şandine Erebistana Siûdî, dê di çarçoveya sozên li ser wan lihevkirî û hevkariya heyî ya parastinê de li ser axa Erebistana Siûdî erkên ku ji bo wan hatine dayîn bi cih bînin. Di daxuyaniyê de hat îfadekirin ku ev gava navborî dê li hemberî fikarên ewlehiyê tevkariyê li bihêzkirina kapasîteya parastinê ya Erebistana Siûdî bike.