Li Efganistanê teqîn: 25 xwendekaran jiyana xwe ji dest dan

Li wîlayeta Kunar a Efganistanê ji ber teqîna li dibistanekê rûda, herî kêm 25 xwendekaran jiyana xwe ji dest dan û nêzî 50 xwendekar jî birîndar bûn.

Li Efganistanê teqîn: 25 xwendekaran jiyana xwe ji dest dan
28 mijdar, 2026   13:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Esadabadê ku navenda Wîlayeta Kunar a li rojhilatê Efganistanê ye, li dibistaneke navîn teqîn çêbû. Ji ber teqînê herî kêm 25 xwendekaran jiyana xwe ji dest dan û nêzî 50 xwendekar jî birîndar bûn.

Der heqê sedema teqînê de agahiyên berfireh nayê zanîn. Hate gotin ku derbarê teqînê de lêkolîn dest pê kir.