Bakurê Kurdistanê: Çalakiya nobedê ya bêdem a ji bo girtiyên nexweş, didome

Li Bakurê Kurdistanê û bajarên Tirkiyeyê gelê Kurd, sazî û partiyên siyasî yên Kurd ji bo rewşa girtiyên nexweş û berdana girtiyan li ser piyan e. Çalakiya nobedê ya bêdem ket roja xwe ya 13`emîn de.

Bakurê Kurdistanê: Çalakiya nobedê ya bêdem a ji bo girtiyên nexweş, didome
29 mijdar, 2026   12:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk 27`ê Sibata 2024`an destpê kir. Lê hîna cenazeya girtiyan ji girtîgehên Tirkiyeyê derdikevin. Li hember vê rewşê Rêber Abdullah Ocalan, gelê Kurd, partiyên siyasî, saziyên hiqûqî û sivîl balê dikşînin li ser rewşa girtiyên nexweş û helwest nîşan dan ku êdî divê dawî li vê yekê bê. Girtiyên ku nexweşin û yên hukmê wan xilas bûye divê bi lez bên berdan û di pêvajoya aştiyê de nabe ku ji girtîgehan cenazeya girtiyan derkev e.  

Malbatên Girtiyên Nexweş, Komeleya Piştgirî û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUAY-DER), DEM Partî, Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) û Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) bi daxwaza berdana girtiyên nexweş û gihêştina mafê tenduristiyê 17`ê Mijdarê li Enqereyê li ber Wezareta Dadê dest bi çalakiya nobedê ya bêdem kirin.

Çalakiya nobedê ya bêdem ket roja xwe 13`emîn de. Di çalakiyê de pankarta li ser hatiye nivîsandin "Em ê deriyên girtîgehan bi berxwedanê vekin" tê rakirin. Her wiha çalakvan her roj dirûşma "Girtiyên siyasî rûmeta me ne", "Ji girtiyên nexweş re azadî" û "Rûmeta mirovahiyê dê îşkenceyê têk bibe" berz dikin.

(np)

ANHA