Komkara Ereban: Aştî bi rawestandina kiryarên Îsraîlê pêkan e

Komkara Ereban diyar kir ku bi berdewama kiryarên dijminane yên Îsraîlê re, jiyaneke aştiyeke li Rojhilata Navîn nemumkin e. Komkarê nebûna çareseriyeke adilane ji pirsgirêka Filistînê re wekî sedema sereke ya dûbarebûna tundiyê jî nirxand.

Komkara Ereban: Aştî bi rawestandina kiryarên Îsraîlê pêkan e
6 îlon, 2025   11:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Komkara Welatên Ereban duh (În 5 Îlon 2025) civîna asayî ya li ser asta wezîrên karên derve yên komkarê li Qahîrayê li dar xist.

Di dawiyê de encamnameya civînê hat aşkerakirin.  Di encamnameyê de hate gotin, ligel kiryarên dijminane yên domdar ên Îsraîlê yên li dijî gelê Filistînê avakirina jiyaneke aştiyane li Rojhilata Navîn ne mumkin e.

Di serî de Misir û Erebistana Siûdî, wezîarên karên derve yên komkarê ji bo ewlehî û tevkariya li herêmê nêrîneke hevbeş pejirandin. Hate gotin, berdewama şerê Îsraîlê yên li ser Xezayê, binpêkirinên wê yên kuştin, ambargo, birçîkirin, bicihkirin û hewldanên koçberkirinê pêvajoyên aştî û aramiyê lawaz dikin.

Di encamnameyê de her wiha hate diyarkirin ku ligel gefên Îsraîlê yên îlhaqkirina erdên nû yên Ereban ne mumkin e amadekariyên tevkariya herêmî bidome.

Komarê di encamnameyê de, tunebûna çareseriyeke siyasî ji pirsgirêka Filistînê re wekî sedema bingehîn a dûbarebûna tundiyê li herêmê hat nirxandin. Hate destnîşankirin ku çareserî di avakirina dewleteke Filistînê ya li ser bingehê çareserkirina her du dewletan, di însiyatîfa erebî ya aştiyê ya sala 2002’an (Vekişîna Îsaîlê ya heta sînorê 4’ê Hezîranê 1964’an) de ye.

(bb)