Meclisa Jinan a PYD'ê ya Amûdê civîna salane li dar xist

Meclisa Jinan a PYD'ê ya bajarê Amûdê di civîna xwe ya salane de xebatên xwe nirxandin û rêveberiya nû hilbijart.

Meclisa Jinan a PYD'ê ya Amûdê civîna salane li dar xist
Meclisa Jinan a PYD'ê ya Amûdê civîna salane li dar xist
Meclisa Jinan a PYD'ê ya Amûdê civîna salane li dar xist
Meclisa Jinan a PYD'ê ya Amûdê civîna salane li dar xist
Meclisa Jinan a PYD'ê ya Amûdê civîna salane li dar xist
Meclisa Jinan a PYD'ê ya Amûdê civîna salane li dar xist
Meclisa Jinan a PYD'ê ya Amûdê civîna salane li dar xist
Meclisa Jinan a PYD'ê ya Amûdê civîna salane li dar xist
29 mijdar, 2026   16:21
QAMIŞLO

Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi dirûşma "Bi rêxistinbûyîn û têkoşîna jinan em ê Sûriyeya demokratîk ava bikin" civîna xwe ya salane li dar xist.

Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Di axaftina destpêkê de piştî bixêrhatina beşdaran, girîngiya lidarxistina civînê hat vegotin. Hate gotin, civîn ji bo nirxandina xebatê, nûkirina sazûmaniya partiyê li gorî pêvajoyê û hilbijartina rêveberên nû hatiye lidarxistin. Hate xwestin ku endamên meclisê berpirsyariyên xwe li gorî qonaxa heyî bidomînin.

Piştre endama Kongra Star ku beşdarî civînê bibû, Cîhan Yûsif rapora sala 2025-2026'an a Meclisa Jinan xwend. Di raporê de rewşa siyasî ya herêmê û bandorên wê li ser rewşa jinan û ya rêxistinî hat şîrovekirin.

Raporê cih da pêşketinên di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku Rêber Abdullah Ocalan di Sibata 2025'an de ragihandibû. Her wiha girîngiya mîsogerkirina mafên neteweyî û siyasî yên gelê Kurd û beşdariya tevahî pêkhateyan di rêvebirina welat de hat vegotin.

Raporê bal hat kişandin ser rewşa jinan, gavên ku di warên siyasî, leşkerî, dîplomasî û civakî de avêtine, astengiyên li pêşiya wan derketin. Di heman demê de girîngiya domadina rêxistinkirina jinan û parastina mafên wan, xurtkirina beşdariya wan di saziyan û navendên biryarê de hat destnîşankirin.

Di raporê de çalakiyên ku meclisê pêk anîne hatin rêzkirin. Bi rêya sînevîzyonekê jî xebat û çalakiyên meclisê hatin nîşandan.

Piştre beşdaran nêrînên xwe anîn ziman. Behsa astengiyên ku di dema dawîn de li pêşiya xebata wan derketine kirine û rêbazên pêşxistina rêxistinbûyînê û tevkariya bi saziyan re vegotin. Di axaftinan de hate diyarkirin ku divê sûd ji ezmûnên berê bên girtin da ku rê li ber astengiyan bên girtin û xebat bi rihê berpirsyarî û tevkariyê dewam bike.

Di dawiyê de 3 rêveberên nû yên meclisê hatin hilbijartin.

(bb)

ANHA