Li Iraqê ji bo 7 endamên DAIŞ’ê cezayê muebetê hat birîn

47 welatiyên Fransî yên endamên DAIŞ’ê ku sala borî ji Sûriyeyê bo Iraqê hatibûn veguhestin Dadgehê bi tawanbariya endamtiya rêxistinê cezayê muebetê li 7 kesan û 15 sal cezayê girtîgehê jî li 2 kesan birî.

Li Iraqê ji bo 7 endamên DAIŞ’ê cezayê muebetê hat birîn
29 mijdar, 2026   13:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Di nava kesên ku cezayê muebetê wergirtine de Quentin Le Brun jî heye ku di sala 2014’an de tev li DAIŞ’ê bûbû û di vîdeoyên propagandayê yên DAIŞ’ê de cih digirt. 

Le Brun di rûniştina li Dadgeha Karkh a Bexdayê de gotibû ku wî di weşanên DAIŞ’ê de wekî wergêr û şêwirîner kar kiriye.

Dadgehên Iraqê berê jî cezayê muebetê li 23 endamên DAIŞ’ê yên Fransî û 15 sal ceza jî li 3 kesan birîbûn. Fransa ligel ku bi sedan kesên ji malbatên DAIŞi’yan vegerandine welatê xwe, piraniya mêrên ku di nava DAIŞ’ê de cih girtine qebûl nake û darizandina wan ji dadgehên Iraqê re dihêle.