Şehîd Şîlan li Kobanê hat bibîranîn

Şîlan Kobanê û hevrêyên wê li Kobanê bi merasîmekê hatin bîranîn. Di bêranînê de soza şopandina rêya şehîdan hate dayin.

Şehîd Şîlan li Kobanê hat bibîranîn
Şehîd Şîlan li Kobanê hat bibîranîn
Şehîd Şîlan li Kobanê hat bibîranîn
Şehîd Şîlan li Kobanê hat bibîranîn
Şehîd Şîlan li Kobanê hat bibîranîn
Şehîd Şîlan li Kobanê hat bibîranîn
Şehîd Şîlan li Kobanê hat bibîranîn
Şehîd Şîlan li Kobanê hat bibîranîn
29 mijdar, 2026   13:22
KOBANÊ

Endama Komîteya Navendî ya PYD'ê Şîlan Kobanê û hevrêyên wê Zekeriya, Ciwan, Fûad û Cemîl ku di 29'ê Mijdara 2004'an de li Mûsilê bi komployekê şehîd bûn, li Kobanê hatin bîranîn.

Civîna bîranînê li navenda  Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD)  li Kobanê pêk hat .

Di merasîma bêranînê de , endamên PYD`ê Kongira Star , Malbatên Şehîdan û her wiha malbata Şehîd Şîlan beşdar bûn.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê, Endama Koordinesyona Kongira Star ,Rûken Ehmed derbarê têkoşîna Şehîd Şîlan de axivî û wiha got ; Şehîd Şîlan pêşeng bû , têkoşer bû , leheng bû û li hember zihniyeta baviksalar têkoşîneke bê hempa dida meşandin , her wiha di kesayesta Şehîda şîlan de ruhê berpirsyariyê dihat dîtin , ji ber ku ew di her rewşên cur bi cur de ji bo her cureyên Pirsgirêkan dibû bersiv.

Hevserokê PYD`ê li Kobanê Bozan Xelîl axivî û got: "Di dîrokê de, gelê Kurd rastî gelek komloyan hatiye , lê tevî her cureyên kompiloyan jî dîsa gelê Kurd berxwedan û têkoşîna xwe berdewam dike û Îro em Kurd li tevahî Cîhanî tên naskirin bi berxwedaniya xwe .

Dayîka Şehîdan Şîlan Fatma Hebeş di bêranîna keça xwe de  axivî û got: "Ez bi şihadeta keça xwe serbilind im , ji ber ku keça min di rêya Azadiyê de têkoşîn kir û gihîşt asta şihadetê û îro keça min li ser asta dunyayê bi berxwedaniya xwe tê nasîn .

Di dawiya Merasîma bêranînê de , li ser jiyan û berxwedaniya Şehîd Şîlan de sînevizyon hat pêşandan

(C T/k)

ANHA