HPG: Em ê bibin şopdarên şehîdên xwe

HPG-NRÇ’ê 5 gerîlayên ku di sala 2021’an de tevlî karwanê şehîdan bûne, bi bîr anî û got: ‘’Ji bo watedartirkirina jiyana ku nûnerên xeta milîtaniya Apoyî hevrêyên me yên hêja ji me re hiştiye, em ê bibin şopdarên şehîdên xwe.’’

HPG: Em ê bibin şopdarên şehîdên xwe
6 îlon, 2025   11:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG-NRÇ) têkildarî gerîlayên ku di sala 2021'an de şehîd bûne, daxuyaniyek da.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

‘’Em ewladên wêrek ên gelê Kurdistanê ên di dîrokên cuda yên sala 2021’an de tevlî karwanê şehîdan bûne, milîtanên hêja yên Apoyî hevrê Dîcle, Dengtav, Devran, Gulnaz û Welat bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin.

Hevrêyên me yên hêja yên felsefeya Apoyî kirine terzê jiyana xwe, ji bo xwe bigihînin armancên xwe tevlîbûneke fedaî pêk anîn. Li hemberî hemû zor û zehmetiyan li ber xwe dan û bûn milîtanên mînak. Haya wan ji polîtîkayên înkar û tunekirinê yên dewleta Tirk a dagirker ku dixwest li Kurdistanê bisepîne, hebû û  bûn sîper. Bi dilsoziyeke mezin a ji bo Rêbertî û şehîdan, bi îradeyeke mezin xwedî li erk û berpirsiyariyên xwe derketin. Hevrêyên me yên ku tu caran ji xeta jiyana Apoyî tawîz nedan û li ber xwe dan, li hemû qadên li diman û di hemû xebatên xwe de ji bo jiyanîkirina felsefeya Apoyî li ber xwe dan.

Hevrêyên me yên ku bi kesateyên xwe yên mutewazî û şervan hemû erkên xwe bi hişmendiya layiqbûna ji şehîdan re bi cih anîn, navên xwe li dîroka têkoşîna me zêde kirin. Ji bo watedartirkirina jiyana ku nûnerên xeta milîtaniya Apoyî hevrêyên me yên hêja ji me re hiştiye, em ê bibin şopdarên şehîdên xwe. Girêdayî van yekan di serî de malbatên hevrêyên me yên şehîd em sersaxiyê ji tevahiya gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soz didin ku em ê bîranîn wan li Kurdistana Azad bi Rêbertiya Azad re zindî bigirin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne bi vî rengî ne:

Nasnav: Dîcle Arya

Nav û Paşnav: Sabriye Dûman

Cihê Jidayikbûnê: Colemêrg

Navê Dayik - Bav: Saniye - Siddik

Dem û Cihê Şehadetê: 19’ê Hezîrana 2021’an/Zap

Nasnav: Dengtav Amed

Nav û Paşnav: Ferhat Demîr

Cihê Jidayikbûnê: Mêrdîn

Navê Dayik - Bav: Gulhan - Omer

Dem û Cihê Şehadetê: 17’ê Tebaxa 2021’an/Garê

Nasnav: Devran Mizgîn

Nav û Paşnav: Ozgur Sayak

Cihê Jidayikbûnê: Çewlik

Navê Dayik - Bav: Necla-Hasan

Dem û Cihê Şehadetê: 31’ê Gulana 2021’an/Avaşîn

Nasnav: Gulnaz Karataş

Nav û Paşnav: Hanîfe Xelîl

Cihê Jidayikbûnê: Efrîn

Navê Dayik - Bav: Muhammed – Emel

Dem û Cihê Şehadetê: 1 Cotmeha 2021 / Garê

Nasnav: Welat Gever

Nav û Paşnav: Veysî Bînîcî

Cihê Jidayikbûnê: Colemêrg

Navê Dayik - Bav:Torûn-Mehmet

Dem û Cihê Şehadetê: 24’ê Hezîrana 2021’an/Xakûrkê