Heyva Sor a Kurdî 50 kursiyên dibistanê radestî dibistaneke Qamişloyê kir

Heyva Sor a Kurdî, di çarçoveya dabînkirina pêdiviyên dibistanan li Herêma Cizîrê, 50 kursiyên xwendekaran, depoyên mazotê û çenteyên destwerdana lezgîn radestî dibistanan Ebdulmesîh Delho ya li bajarê Qamişlo kir.

29 mijdar, 2026   13:12
QAMIŞLO

Radestkirina pêdiviyan bi amadebûna Gerînendeyê Rêveberiya Dibistanan a li Qamişloyê Azad Hisên pêk hat, li gorî agahiyên ku Heyva Sor a Kurdî dane, ev beş ji ber temamkirina xebatên ku berê niha hatine pêşkêşkirin pêk hat, beriya niha wan 100 kursî radestî dibistana Mustefa Gulo ya li Qamişloyê kir û 150 kursî jî radestî dibistanên li bajarê Hesekê kir.

Li dibistanên Qamişloyê û bajarê Hesekê amadekariyên sala xwendinê kêm in, ev yek piştî ku ev dibistan veguherîn stargehên ji bo koçberan rû da.

Bi vegera koçberan re û rasthatina destpêkirina sala xwendinê ya nû re, dibistan bi hacetî destkedayîn û piştgiriya darayî ji bo tamîrkirinê ne.

Heyva Sor a Kurdî da zanîn ku ew ê ji bo berfirehkirina înîsiyatîfê, bi armanca dabînkirina kêmaniyên heyî li dibistanan û misogerkirina istiqrara pêvajoya perwerdeyê xebatên xwe bidomîne.

(sb)

ANHA