NY: Siberoja jinên Afgan di bin metirsiyê de ye

Neteweyên Yekbûyî hişyarî ji bo rewşa jin û zarokên keç ên Afgan da û wiha got: “Eger Talîban qedexeyên li ser perwerdeya keçan û xebata jinan bidomîne, dibe ku Afganistan heta sala 2030’î zêdetirî 25 hezar mamoste û xebatkarên tenduristiyê yên jin winda bike.”

NY: Siberoja jinên Afgan di bin metirsiyê de ye
29 mijdar, 2026   15:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Ofîsa Koordînasyona Karên Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî (OCHA) bang kir ku li Afganistanê mafê xebatê yê jinan û mafê perwerdeyê yê keçan were parastin. OCHAyê bal kişand ser rapora Fona Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) û wiha got: “Dema jin nikaribin bixebitin û keç nikaribin bixwînin, paşeroja Afganistanê dikeve metirsiyê.”

Talîban piştî ku di sala 2021ê de dîsa hat ser desthilatdariyê, perwerdeya keçan a piştî dibistana seretayî qedexe kir û karê jinan sînordar kir. Li gorî UNICEFê, ev qedexe bû sedem ku nêzî milyonek keç ji mafê perwerdeyê bêpar bimînin. Eger qedexe heta sala 2030î bidome, dibe ku ev hejmar ji du milyonan derbas bibe.

Bi vê awayî berdewam bike jin êdî nikarin xwe bigihînin xizmetên tenduristiyê

Li gorî rapora UNICEFê, dibe ku Afganistan heta sala 2030î nêzî 20 hezar mamosteyên jin û 5 hezar û 400 xebatkarên tenduristiyê yên jin winda bike. Di raporê de hat diyarkirin ku qedexeya li ser perwerdeya keçan, rê li ber gihiştina mamoste û xebatkarên tenduristiyê yên nû jî digire. UNICEFê bal kişand ser kêmbûna xebatkarên tenduristiyê yên jin û got ku ev yek dê gihiştina jin û zarokan a xizmetên tenduristiyê hîn zehmettir bike.