Vê hefteyê karwanek din a koçberên Serêkaniyê vedigere

Di vê hefteyê de karwaneke din a koçberên Serêkaniyê ku ji zêdetirî 500 malbatên li kampên Waşûkanî û Newrozê diman ber bi deverên xwe ve dikeve rê.

Vê hefteyê karwanek din a koçberên Serêkaniyê vedigere
29 mijdar, 2026   17:46
HESEKÊ

Komîteya Koçberên Serêkaniyê daxuyand ku ger tu pêşdeçûn an jî şert û mercên awarte çênebin, dê vê hefteyê karwaneke din a koçber bikeve rêya warên xwe.

Komîteyê bi bîr xist ku karwan ji zêdetirî 500 malbatên kampa Waşûkanî ya li Hesekê û kampa Newrozê ya li Dêrikê pêk tê.

Komîteyê anî ziman ku di çarçoveya hevrêziya li gel eleqedarên dosyayê de xebat li ser vegerandina koçberan ber bi warên xwe ve bi rêya karwanên vegerê pêk tê.

(f)