Ji ber qezaya tirafîkê li gundewarê Şamê 29 kes birîndar bûn

Di encama qezayeke tirafîkê li ser gundewarê Şamê, 29 kes birîndar bûn, di qezayê de otobusa rêwiyan a geştiyarên Urdinî jî hebû.

Ji ber qezaya tirafîkê li gundewarê Şamê 29 kes birîndar bûn
Ji ber qezaya tirafîkê li gundewarê Şamê 29 kes birîndar bûn
Ji ber qezaya tirafîkê li gundewarê Şamê 29 kes birîndar bûn
29 mijdar, 2026   11:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro danê sibehê li ser rêya navneteweyî ya Hums-Şamê li herêma Dûma a gundewarê Şamê otobusa rêwiyan a ku tê de geştiyarên Urdinî hebûn li seyareyekê ket û qezayeke trafîkê rû da, di encamê de 29 kes birîndar bûn. 

Gerînendetiya Rewşên Awarte û Rêveberiya Karîsetan a li Gundewarê Şamê da zanîn ku Tîmên Parastina Sivîlan birîndar rakirin nexweşxaneya El Şirta a li bajarê Heresta, piştre Tîmên Parastina Sivîlan bi hevkariya Tirafîkê û Ewlehiya Rêyan bermahiyên qezayê rakirin û rê ji bo çûn û hatinê vekirin.

(sb)