Weşanxaneya Aram pêşangehek vekir
Di pêşangeha pirtûkên Weşanxaneya Aramê ya li Qamişloyê de 2 hezar û 700 pirtûkên bi kurdî û tirkî tên pêşandan.
Weşanxaneya Aram, 2 hezar û 700 pirtûkên bi zimanê kurdî (zaravayên kurmancî) û tirkî ku ji mijarên dîrokî, zanistî, wêjeyî, felsefî, mîzahî û hwd pêk tên, li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya li Qamişloyê dide pêşandan.
Pêşangeha pirtûkan ji aliyê mamoste, şanoger, rewşenbîr, xwendevan û gelek kesan ve hate ziyaretkirin.
Beriya hefteyekê Navenda Têkiliyan a Weşanxaneya Aramê li ser rêya Metar a Qamişloyê hatibû vekirin.
Pêşangeha pirtûkan ku îro saet 10.00’an hate vekirin, dê heya 18.00’an vekirî be.
Pêşangeh dê heya 17’ê Mijdarê dom bike.
(bm/bb)
ANHA