Dewleta Tirk cenazeyên çalakgerên fedaî nade malbatên wan

Cenazeyên Mîne Sevjîn Alçîçek (Asya Alî) û Alî Orek (Rojger Hêlîn) ku li hemberî TUSAŞ'ê çalakiyeke fedaî kiribû, 24 roj e radestî malbatên wan nayên kirin.

Dewleta Tirk cenazeyên çalakgerên fedaî nade malbatên wan
15 mijdar, 2024   15:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Cenazeyên Mîne Sevjîn Alçîçek (Asya Alî) û Alî Orek (Rojger Hêlîn) ên ji Tabûra Nemiran ku 23'yê Cotmehê li Enqereyê di çalakiya li dijî Pîşesaziya Feza û Hewakariyê ya Tirk (TUSAŞ) de şehîd bûn, 24 roj e radestî malbatên wan nayên kirin.

Malbatên Mîne Sevjîn Alçîçek û Alî Orek ji bo cenazeyan wergirin mînaka xwînê li bajarên lê ne, dan. Piştre jî malbat çûn Enqereyê.

Parêzeran bi navê malbatan hevdîtin bi dozger re kirin û daxwaza wergirtina cenazeyan kir. Ji parêzeran re hate gotin "Nizanim cenaze li ku derê ne. Dibe ku ji bo karê otopsiyê li Stenbolê bin. Dema ku li ser cihê cenazeyan me agahî wergirt em ê agahiyê bidin we."