Bîlançoya êrişa Îsraîlê ya li Şamê giran dibe

Hejmara kuştiyên êrişa Îsraîlê ya li ser taxa Mezê û herêma Qudseya bû 23 û ya birîndaran jî bû 21.

 Bîlançoya êrişa Îsraîlê ya li Şamê giran dibe
15 mijdar, 2024   15:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê duh taxa Mezê û herêma Qudseya yên gundewarên Şamê bombebaran kiribûn.  Wezareta Parastinê ya hikumeta Şamê duh ragihandibû ku di êrişê de zêdetirî 40 kuştî û birîndar çêbûne.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku di bombebaranê de 23 kes hatin kuştin û 21 jî birîndar bûne. Her wiha diyar kir ku baregeheke nêzî qesra komarê û avahiyên nêzî cihên bombebaranê wêran bûn.

Li gorî SOHR’ê, di êrişa li Mezê de 7 sivîl (3 zarok, 2 jin, bijîşkek û sekreterê Yekitiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Filistînê) û 6 leşkeran jiyana xwe ji dest da û 4 sivîl û 11 leşker jî birîndar bûn.

SOHR’ê diyar kir ku li Qudseya de jî avahiyên ku filistînî lê dimînin, hatin bombebarankirin û di encamê de 10 kes hatin kuştin û 6 jî birîndar bûn.

Tevgera Cîhad Îslamî ragihand ku di êrişa li Şamê de hejmarek endamên wan hatine kuştin.

(bb)