Li Qamişloyê 281 şehîd hatin bibîranîn

Şêniyên Qamişloyê 281 şehîdên mehên Cotmeh û Mijdarê ku li cih û demên cuda şehîd bûbûn bi bîr anîn.

Li Qamişloyê 281 şehîd hatin bibîranîn
Li Qamişloyê 281 şehîd hatin bibîranîn
Li Qamişloyê 281 şehîd hatin bibîranîn
Li Qamişloyê 281 şehîd hatin bibîranîn
Li Qamişloyê 281 şehîd hatin bibîranîn
Li Qamişloyê 281 şehîd hatin bibîranîn
Li Qamişloyê 281 şehîd hatin bibîranîn
Li Qamişloyê 281 şehîd hatin bibîranîn
Li Qamişloyê 281 şehîd hatin bibîranîn
Li Qamişloyê 281 şehîd hatin bibîranîn
Li Qamişloyê 281 şehîd hatin bibîranîn
Li Qamişloyê 281 şehîd hatin bibîranîn
Li Qamişloyê 281 şehîd hatin bibîranîn
29 mijdar, 2026   18:09
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê 281 şehîdên ji gerîlayên azadiyê, şervanên YPJ, YPG, QSD’ê û endamên Asayîşê yên ku di mehên Cotmeh û Mijdarê li cih û demên cuda de şehîd bûbûn li Pakrewangeha Şehîd Delîl Sarocan a Qamişloyê bi bîr anîn. Di merasîmê de malbatên şehîdan, endamên saziyên sivîl, meclis, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, nûnerên ji tevgerên ciwan û jinan û partiyên siyasî amade bûn.

Merasîmê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Dûre endamê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Orhan Qamişlo rêwîtiya şehîd Şîlan û hevrêyên wê yên ku di oxira azadiyê de şehîd bûne pêşkêş kir.

Orhan pesna fedakariyên şehîdan ên di oxira parastina destkeftiyên şoreşê de da, di heman demê de bal kişand ser siyasetên li dijî destkeftiyên Başûrê Kurdistanê û banga yekitiyê kir.

Orhan axaftina xwe bi teqeziya li ser rola Rêber Abdullah Ocalan û analîzekirina wî ji siyaseta qonaxa heyî re.

Merasîm bi pêşandana sînevîzyonekê li ser têkoşîna şehîdan û diruşmêmn “şehîd namirin” bi dawî bû.

(f)