Wê peymana DYA û Îranê di 19’ê Hezîranê de were îmzekirin

DYA û Îranê ragihandin ku ew gihîştine peymaneke çarçoveyî ya ku armanc dike şer û pevçûnên li Rojhilata Navîn bi dawî bike. Aliyan diyar kir ku ji bo lihevkirineke mayînde, wê di nava 60 rojan de dest bi danûstandinên berfireh bikin.

Wê peymana DYA û Îranê di 19’ê Hezîranê de were îmzekirin
15 hezîran, 2026   08:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Şerê ku DYA û Îsraîlê di 28’ê Sibatê de li dijî Îranê dabû destpêkirin, bi awayekî ku daxwaza Îranê ya ji bo daxilkirina Lûbnanê jî li xwe digire, bi dawî bû. Hat ragihandin ku peymana aştiyê wê roja Înê, 19’ê Hezîranê li Swîsreyê ware îmzekirin. Di çarçoveya peymanê de, tê pêşbînîkirin ku operasyonên leşkerî yên li herêmê werin rawestandin û ji bo lihevkirineke mayînde danûstandin destpê bikin.

Serokwezîrê Pakistanê Şahbaz Şerîf ku di navbera DYA û Îranê de navbeynkariyê dike, li ser hesabê xwe yê X’ê ragihand ku di navbera DYA û Îranê de lihevkirin pêk hatiye.

Şerîf di daxuyaniya xwe de ev tişt anîn ziman; “Piştî hevdîtinên dijwar, em bi dilxweşî radegihînin ku di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Komara Îslamî ya Îranê de gihîştina Peymana Aştiyê pêk hatiye. Her du aliyan ragihandine ku operasyonên leşkerî li ser hemû eniyan, di nav de Lûbnan jî, bi awayekî demildest û mayînde bi dawî bûne.”

DORPÊÇA TENGAVA HURMUZ TÊ RAKİRİN

Serokê DYA’yê Donald Trump li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku lihevkirina bi Îranê re temam bûye û diyar kir ku Tengava Hurmuzê bêyî xercên derbasbûnê wê ji nû ve ware vekirin û DYA wê dorpêça deryayî rake.

Trump di peyama xwe de cih da van îfadeyan; “Peymana ku bi Komara Îslamî ya Îranê re hatibû kirin temam bû. Pîrozbahî ji her kesî re! Ez vekirina bêpere ya Tengava Hurmuzê û di heman demê de rakirina demildest a dorpêçê pesend dikim. Keştiyên cîhanê, motorên xwe bixebitînin. Bila petrol biherike!’’

Îran: Di nava 60 rojan de wê danûstandinên nû destpê bikin

Alîkarê Wezîrê Derve yê Îranê Kazim Xerîbabadî di daxuyaniya xwe ya ji bo televizyona dewletê de diyar kir ku ew pêşbînî dikin ku li gorî lihevkirinê, çalakiyên leşkerî li ser hemû eniyan, di nav de Lûbnan jî, bi dawî bibin. Xerîbabadî ragihand ku bi armanca gihîştina peymana fînalê, herî dereng di nava 60 rojan de wê danûstandinên nû dest pê bikin.

Xerîbabadî got; “Serokên her du şandeyan, ji bo diyarkirina rêbazên pêşerojê yên hevdîtinan wê danûstandinan bikin. Heta wê demê, sozên aliyê DYA’yê yên ji bo bidawîkirina şer, rakirina ablûkayê û serbestberdana drav û sermayeyan wê werin piştrastkirin. Hevdîtinên 60 rojî, bi cîbicîkirina van sozên DYA’yê ve girêdayî ne.”

Xerîbabadî destnîşan kir ku di nava 60 rojên piştî îmzekirina peymanê de, wê mijarên wekî, bernameya nukleerî û mekanîzmaya geşepêdana aborî werin nîqaşkirin.

Xerîbabadî da zanîn ku peyman Lûbnanê jî li xwe digire û got: “Ku Lûbnan jî di nav de ye, bidawîhatina demildest û mayînde ya şer û operasyonên leşkerî yên li ser eniyên cuda, wê vê şevê were ragihandin.”

4 XALÊN GİRÎNG

Li gorî Tehranê, di hevdîtinan de wê çar sernivîsên bingehîn werin destgirtin: Rakirina cezayên li ser Îranê, bernameya nukleerî, jinûveavakirina welat û geşepêdana aborî, ligel avakirina mekanîzmayeke kontrolê ya ku çavdêriya sozên her du aliyan dike.

Tê çaverêkirin ku merasîma fermî ya îmzekirina peymanê di 19’ê Hezîranê de li Cenevreyê were çêkirin. Di vê pêvajoyê de ku Serokwezîrê Pakistanê Şahbaz Şerîf navbeynkariya wê dike, tê plankirin ku Alîkarê Serokê DYA’yê JD Vance beşdarî merasîmê bibe, her wiha hat eşkere kirin ku îhtîmala wekî beşdarbûna Donald Trump jî heye.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres, ev peyman wekî gaveke pir girîng a ber bi çareseriya aştiyane ya pevçûnên li herêmê ve nirxand.

Ligel vê yekê, bêbaweriya di navbera aliyan de bi temamî ji holê ranebûye.

Gava ku rayedarên Îranî teqez dikin ku tevî lihevkirina bi DYA’yê re ew hîn jî bihişyarin, êrîşên dawî yên ku Îsraîlê li başûrê Lûbnanê pêk anîn, nîşan didin ku atmosfera nazik û xeter a li herêmê berdewam dike.

Di şerê ku di 28’ê Sibatê de dest pê kiribû û bûbû sedema mirina hezaran kesan li herêmê, bi taybetî li Îran û Lûbnanê, agirbest di 8’ê Nîsanê de ketibû meriyetê.

Peywendiyên dîplomatik ên ku ji wê dîrokê ve berdewam dikin, bûbûn şahidê hewldanên aliyan ên ji bo lihevkirina li ser dosyayên bernameya nukleerî, ceza, Tengava Hurmuz û Lûbnanê.