Serokên G7’an li Fransayê dicivin

Serokên G7’an dê îro li Fransayê bandorên lihevkirina DYA-Îranê, şerê li Ukraynayê, rewşa aborî ya cîhanê û ewlehiya dabînkirina madeyên girîng nîqaş bikin.

Serokên G7’an li Fransayê dicivin
15 hezîran, 2026   10:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokên G7’an (DYA, Kanada, Japonya, Fransa, Îtalya, Brîtanya û Almanya) îro li Fransayê dicivin. Civîn dê heya 17‘ê Hezîranê bidome.

Lihevkirina DYA-Îranê, gavên pêş ên ji bo piştgirîkirina îstiqrara herêmê, her wiha şerê Ukraynayê, rêbazên xurtkirina hemahengiyê di navbera welatên rojavayî de ji bo piştgiriya Kîevê di aliyê siyasî û aborî de, dîsa jî pirsgirêkên aboriya cîhanê dê rojevên sereke yên civînê bin.

Dabînkirina çavkaniyên alternatîf ên madenên girîng û kêmkirina wergirtina wan ji Çînê jî dê di lûtkeyê de were nîqaşkirin.

(bb)