Îranê hişyarî da Iraqê

Şêwirmend û alîkarê Rêberê Olî yê Îranê daxwaz ji hikûmeta Iraqê kir ku di dema nêzîkatiya li gel dosyeya sînoran de dîqat bikin. Her wiha li ser şopandina siyasetên Serokê Amerîkayê Donald Trump hişyarî da û tekezî li ser girîngiya berçavgirtina berjewendiyên hevbeş ên di navbera Iraq û welatên cîran de kir.

Îranê hişyarî da Iraqê
29 mijdar, 2026   11:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Şêwirmend û alîkarê Rêberê Olî yê Îranê Mihemed Muxbir, derbarê rêkarên vê dawiyê yên Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî yên li ser sînorên li gel Îranê, daxuyaniyek belav kir.

Mihemed Muxbir ragihand ku prensîba çarenûsa hevbeş a li gel welatên cîran di siyaseta derve ya Îranê de stûneke sereke ye û piştgiriya Tehranê ji bo Iraqê di rewşên dijwar de dubare kir.

Muxbir tekezî li ser pêwîstiya çav vekirîbûnê di nêzîkatiyên li gel dosyeya sînoran de kir û got: “Divê em piştrast bibin ku Bexda nebe amûrek di destê kesên ku wekî ‘dijminên Îslamê’ wesif kirine, yan jî serî ji bo siyasetên Trump netewîne.”

Her wiha daxwaz ji hikûmeta Iraqê kir ku di dema nêzîkatiya li gel dosyeya sînoran de hişyar be û li ser şopandina siyasetên Serokê Amerîkayê Donald Trump hişyarî da. Muxbir tekezî li ser girîngiya berçavgirtina berjewendiyên hevbeş ên di navbera Iraq û welatên cîran de kir.

Hêjayî gotinê ye ku daxuyaniya Mihemed Muxbir piştî rêkarên vê dawiyê yên Iraqê yên ji bo kontrolkirina sînoran û girtina hejmarek dergehên nefermî tê ku hemwextê ragihandina piştgiriya Serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo gavên hikûmeta Iraqê yên ji bo sepandina desthilata dewletê û rûbirûbûna qaçaxçîtiya petrolêye.