Çekdarên nenas li Efrînê bi ser malekê û firoştgehekê de girt

Çekdarên nenas ku xwe wek endamên hêzên ewlekariya giştî nîşan didan, li navçeya Şera ya Efrînê bi ser malekê û dikanekê de girt.

Çekdarên nenas li Efrînê bi ser malekê û firoştgehekê de girt
15 hezîran, 2026   10:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gor agahiyên ku çavkaniyên xwecih dane, çekdarên nenas ku xwe wek endamên hêzên ewlekariya giştî yên hikumeta demkî nîşan didan, li navçeya Şera ya Efrînê bi ser malekê û firoşgeheke alavên çandiniyê de girt.

Çavkaniyan da zanîn ku 4 çekdarên rûgirtî duh saet 15.30‘an li ser rêya Heleb-Efrînê, nêzî Goristana Henan a navçeyê, malek û firoşgehek kontrol kirin û gef li xwediyê malê xwarin.

Çavkaniyan diyar kir ku koma çekdar li wê malê dest danî ser çekeke rûxsetkirî û piştre ji male derket.

Hate gotin, piştî bûyerê malbatê gilî li hêzên ewlehiya giştî yên hikumeta demkî kiriye, lê hêzên ewlehiyê îdia kir ku kesên bi ser mal û firoşgehê de girtiye ne endamên wan in. Li ser vê yekê lêkolîn dan destpêkirin. Heya niha der barê encamên lêkolînê de agahî nehatine parvekirin.

(bb)