Wê Ebas Eraqçî serdana Siudiyê bike

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê diyarkir ku wê Ebas Eraqçî serdana Siudiyê bike û got; “Îran di bihêzkirina peywendiyên bi welatên herêmê re bi israre û armanca wê aramiya herêmêye.”

Wê Ebas Eraqçî serdana Siudiyê bike
9 cotmeh, 2024   15:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî bi peyamekê ragihand ku wê Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî, îro serdana Siudiyê bike.

Îsmaîl Beqayî da zanîn ku wê Ebas Eraqçî bi rayedarên Siudiyê re bicive û got; “Îran li ser bihêzkirina peywendiyên bi welatên herêmê yên ji bo aramiyê, bi israre.” Beqayî got ku divê jenosîd û êrişên Îsraîl yên li ser Xeze û Lubnanê rawestin.