Li Qamişlo meşa li dijî Komploya Navneteweyî

Li Qamişloyê di salvegera 26’an a komployê de meşeke girseyî ya şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan hate lidarxistin.

9 cotmeh, 2024   15:26
QAMIŞLO

Bi armanca şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan ku di 9’ê Cotmeha sala 1998’an de pêk hat, şêniyên kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meşeke girseyî li dar xist.

Bi dirûşma “Ji Rêber Abdullah Ocalan re azadî, pirsgirêka Kurd re çareserî” şêniyên bajêr bi beşdariya dezgeh û saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, tevger û rêxistinên jinan, saziyên civaka sivîl, partiyên siyasî, malbatên şehîdan û pêşengên êl û eşîran meşiyan.

Meşê ji Çerxerêya Osman Sebrî ya Qamişloyê dest pê kir û heya pêşiya Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê dewam kir. Piştî rêzgirtinê endamê Desteya Serokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk Aldar Xelîl û endama Koordînasyona Kongra Star Şîraz Hemo axivîn.

Aldar Xelîl bal kişand ser komploya 26 salan û diyar kir: “Di sala 27’an de bi rêya komployê hebûna gelê me û rêberê me hedef digirin.”

Aldar Xelîl wiha got: "Li Îmraliyê li dijî komplogeran berxwedaneke dîrokî tê meşandin û ji bo pûçkirina bandora vê komployê, li hemû qadên têkoşînê yên li Kurdistanê û derveyî wê têkoşînek heye, berxwedaneke dîrokî didome.”

Şîraz Hemo jî di destpêka axaftina xwe de berxwedana dîrokî ya Rêber Abdullah Ocalan û şervanên azadiyê yên di çeperên şer de li ber xwe didin, silav kir û wiha pê de çû: “Her qîrînek û her bihosteke vê axê berxwedana zarokên vî welatî ya dîrokî dibêje. Îro salvegera komployê ye, di vê rojê de hêzên hegemon biryara çêkirina sîstema Rojhilata Navîn a nû dan. Bi hincetên cuda dest bi girtin û çewisandina zanistê kirin, zanista ku dê Rojhilata Navîn bi pêş bixe û azad bike.”

‘HÊZA GELÊN DEMOKRAT NAYÊ ŞIKANDIN’

Şîraz Hemo di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser sîstema Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li dijî hegemonyayê û wiha anî ziman: “Di dirêjahiya salan de her dem hewl dan hêza gelan bişikînin, jinan kole bihêlin lê tu carî nikarin bigihêjin serî. Çi qas dijmin hovîtiya xwe berdewam bikin jî ew ê nekarin hêza gelan, jiyana hevbeş û demokrasiyê têk bibin. Bê guman sîstema li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mînaka herî berbiçav e. Ev hevgirtina pêkhateyan e ku ji bo desthilatdariya wan xetere ye.”

Meş bi dirûşmên “Bijî Serok Apo, Bê Serok Jiyan Nabe” bi dawî bû.