Kurd, Ermen, Ereb û Suryan: Em bi Rêber Abdllah Ocalan re ne

Pêkhateyên Hesekê, Til Temir, Dirbêsiyê, Şedad, Hol û Til Birakê got “Em bi Rêber Abdullah Ocalan re ne” û teqezî bi mezinkirina têkoşînê heta bidestxistina azadiya wî ya fîzîkî kir.

9 cotmeh, 2024   14:58
HESEKÊ

Îro 26 sal di ser Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan re derbas dibin. Ji bo şermezarkirina komployê û komplogeran û pergala îşkence û qirkirinê ya li ser Rêber Abdullah Ocalan, bi hezaran şêniyên Hesekê, Til Temirê, Dirbêsiyê, Şedadê, Hol û Til Birakê yên Kurd, Ereb, Suryan û Ermen meşiyan.

Li gel pêkhate û şêniyan, rûspiyên êlên Ereb û Kurd, nûnerên partiyan, rêveberên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, karker û gaziyan berê xwe da Hesekê û tev li meşê bûn.

Meşê ji Qada Şehîd Arîn Mîrkan dest pê kir. Meşvanan bi sloganan têkoşîna Rêber Abdullah Ocalan silav kir û Komploya Navneteweyî şermezar kir.

Li Qada Xito meş rawestiya. Li wir endama Desteya Rêveber a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Foza Yusif axivî û got: "Em komploya li dijî Rêber Abdullah Ocalan, dagirkirina bajarên Serêkaniyê, Girê Spî şermezar dikin û tevahî şehîdên azadiyê bi bîr tînin."

Fozayê diyar kir ku armanca komploya li dijî Rêber Abdullah Ocalan, doz û nasnameya Kurd, têkbirina ewlehiya Rojhilata Navîn û belavkirina fitneyê di navbera pêkhateyan de, şikandina vîna gelên azad û şoreşa jinan bû.

Fozayê wiha domand: "Komplo bi destê modernîteya kapîtalîst bû. Ev komplo li dijî hêviyên gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn tev de bû. Ji ber ku Rêber Abdullah Ocalan di parêznameyên xwe de çareserkirina aloziya Rojhilata Navîn pêşkêş kir, dewletên komploger ên li dijî aştî, edalet û azadiyê bi komployekê ew dîl girt."

Fozayê berxwedana gelê herêmê ji bo bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan silav kir û got: "Ji destpêka komployê ve, gel li qadan bû. Rêber Apo ne tenê rêberê gelê Kurd e, rêberê gelên bindest û mezlûm e."

Foza Yûsif soz da ku heta bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan têkoşînê mezin bikin û komployê têk bibin.

Hevserokê Nivîsgeha Rêxistinî ya PYD`ê şaxê bajarê Holê Emmar Musa jî got gelên herêmê ramanên Rêber Abdullah Ocalan kirin bingeha têkoşîn û berxwedana xwe.

Mûsa bang li civata navneteweyî kir ku durûtiya xwe rawestîne, erkên xwe yên exlaqî û mirovî bi cih bîne û hesabê ji dewleta Tirk a dagirker bipirse. Her wiha bang li gelên herêmê kir ku ji bo bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan têkoşîn û berxwedanê mezin bikin.

(şx)

ANHA