Wê Belçîka dewleta Filistînê nas bike

Belçîkayê ragihand ku wê di meha Îlonê de li Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî dewleta Filistînê bi rengekî fermî nas bike. Di heman demê de wê pêkanînan ser Îsraîlê û Hamasê ferz bike.

Wê Belçîka dewleta Filistînê nas bike
2 îlon, 2025   10:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Karên Derve Maxime Prevot biryarên ku piştî dan û standinên demdirêj ên nava hikumeta federal hatin wergirtin, ji raya giştî re ragihand.

Li gorî vê yekê, Îsraîliyên serî li tundiyê dane, endamên Hamasê û wezîrên rastgiriya tund ên Îsraîlê Itamar Ben Gvir û Bezalel Smotrich li lîsteyê hatin bicihkirin ku ketina wan a li Belçîkayê qedexe ye.

Her wiha wê transfera çekan û malzemeyên leşkerî ji bo Îsraîlê jî bi temamî bêne rawestandin.

Belçîka wê mohra xwe deyne binê 'Belavoka New Yorkê' ya ku bi hewldana Fransa û Erebistana Siûdî hatiye amadekirin û piştrast bike ku ew piştgiriyê dide çareseriya bi rengê du dewletan. Lê belê pêvajoya naskirina fermî bi şertê dûrxistina Hamasê ji rêveberiya Filistînê û berdana dîlgirtiyên Îsraîlî ve hate girêdan.

Wezîr Prevot biryarên hatin wergirtin weke 'gaveke dîrokî' pênase kir û got, "Belçîka wê Fîlîstînê nas bike û li hemberî hikumeta Îsraîlê pêkanînên hişk bixe meriyetê. Di heman demê de em ê terora Hamasê û antîsemîtîzmê jî bi biryardarî şermezar bikin."