HPG-NRÇ’ê nasnameyên 5 gerîlayên şehîd aşkera kirin

HPG-NRÇ’ê nasnameyên 5 gerîlayên li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûne, aşkera kirin û got, “Em soza xwe dubare dikin ku xeyalên şehîdên xwe pêk bînin û meşa xwe ya Rêbertiya Azad, Kurdistana Azad bi serketinê tacîdar bikin.”

HPG-NRÇ’ê nasnameyên 5 gerîlayên şehîd aşkera kirin
2 îlon, 2025   10:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê (HPG-NRÇ) de ev tişt hatin diyarkirin:

“Em hevrêyên xwe Serxwebûn, Sara, Hêmin, Ronî û Serhed ên di têkoşîna sala 2020’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûne, bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin.

Hevrêyên me Serxwebûn, Sara, Hêmin, Ronî û Serhed weke ewladên bijarte yên gelên Ereb, Azerî û Kurd tevlî Tevgera Apoyî bûn. Dilê xwe dan feraseta netewa demokratîk a Rêber Apo û karakterê enternasyonalîst ê PKK’ê û ji bo azadiya gelan têkoşîneke fedayiyane berçav girtin. Hevrêyên me yên ku ewladên hêja yên gelê me ne, weke milîtanên xwedî îradeyek xurt li kuderê êrîş li dijî gelê me hebe, şerkirina li wir weke wezîfeya şoreşgerî zanîn. Li parçeyên cuda yên Kurdistanê di bin sîwana ramanê Apoyî de bûn yek û bi kesayeta xwe ya fedayî di têkoşîna me de bûn milîtanên pêşeng. Hevrêyên me êrîşên dijmin bi taktîkên dema nû pûç kirin û hêza Gerîlayên Azadiya Kurdistanê car din îspat kirin. Bi keda xwe ya pîroz û fedakariya xwe cihê xwe di dîroka me ya têkoşînê de girtin. Bîranînên hêja yên hevrêyên me yên ku bi tevlîbûnên xwe yên bêteredut û bi hevrêtiya xwe ya xurt navên xwe li dîroka me nivîsandin, wê her tim di têkoşîna me de bijîn. Di şexsê hevrêyên me Serxwebûn, Sara, Hêmin, Ronî û Serhed de em soza xwe dubare dikin ku xeyalên şehîdên xwe pêk bînin û meşa xwe ya Rêbertiya Azad, Kurdistana Azad bi serketinê tacîdar bikin.

Em ê têkoşîna azadiyê ya ku ewladên bi wêrek ên gelên me yên Ereb, Azerî û Kurd dewrî me kirine hîn bilindtir bikin û teqez armancên wan pêk bînin, da ku bibin layiqê wan. Weke hevrêyên wan di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me Serxwebûn, Sara, Hêmin, Ronî û Serhed em ji gelên xwe yên Ereb, Azerî û Kurd re sersaxiyê dixwazin.

Agahiyên der barê nasnameyên hevrêyên me yên şehîd bi vî rengî ne:

Nasnav: Serxwebûn Demhat

Nav û Paşnav: Azad Çagala

Cihê Jidayikbûnê: Gever

Navê Dayik – Bav: Vahîde – Faruk

Cih û Dîroka Şehadetê: 29’ê Tebaxa 2020’an / Xakurkê

 

Nasnav: Sara Dilsoz

Nav û Paşnav: Emîne Elî

Cihê Jidayikbûnê: Reqa

Navê Dayik – Bav: Uveyş – Abdulkadîr Xelef

Cih û Dîroka Şehadetê: 18’ê Adara 2020’an / Avaşîn

 

Nasnav: Hêmin Ûrmiye

Nav û Paşnav: Suheyl Bayramzade

Cihê Jidayikbûnê: Tehran

Navê Dayik – Bav: Simin – Ferheng

Cih û Dîroka Şehadetê: 3’yê Nîsana 2020’an / Xakurkê

 

Nasnav: Ronî Xezal

Nav û Paşnav: Mehmet Salih Surer

Cihê Jidayikbûnê: Wan

Navê Dayik – Bav: Xezal – Ferhan

Cih û Dîroka Şehadetê: 3’yê Nîsana 2020’an / Xakurkê

 

 Nasnav: Serhed Qelqelî

Nav û Paşnav: Onder Bagli

Cihê Jidayikbûnê: Wan

Navê Dayik – Bav: Yadîgar – Mehmet

Cih û Dîroka Şehadetê: 3’yê Nîsana 2020’an / Xakurkê."