Li ser rêya Hesekê-Şedadê qeza

Vê sibehê li ser rêya Hesekê-Şedadê tankerek sotemeniyê û erebeya veguhastina welatiyan li hev qelibîn, di encamê de hejmarek kes mirin û birîndar bûn. Hîna encama dawî nayê zanîn.

Li ser rêya Hesekê-Şedadê qeza
2 îlon, 2025   11:08
HESEKÊ

Çavkaniyên xwecihî bî bîr xist ku piştî Çerxerêya Panorama ya li taxa Xiwêran a bajarê Hesekê qeza çêbûye. Birîndar û cenaze rakirin nexweşxaneyên Hesekê.

Li gorî agahiyên destpêkê, hejmara mirî û birîndaran 11 kes e.

(fr)