Urdun wê ji bo nîqaşkirina "piştgiriyê ji bo Sûriyeyê” civîneke sûriyeyî-amerîkî li dar bixe

Wezareta Karê Derve ya Urdinê lidarxistina civîneke hevbeş bi Sûriyê û DYA`yê re sêşemê ragihand. Civîn ji bo lêkolînkirina rêbazên piştgiriya “jinûve avakirina Sûriyeyê” ye.

Urdun wê ji bo nîqaşkirina "piştgiriyê ji bo Sûriyeyê” civîneke sûriyeyî-amerîkî li dar bixe
10 tebax, 2025   20:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Karê Derve ya Urdunê ragihand ku Urdun dê roja sêşemê bi Sûriye û Dewletên Yekbûyî ya Amerîkayê (DYA) re civîneke hevbeş li dar bixe û wê di civînê de rêbazên piştgiriya "pêvajoya jinûve avakirina Sûriyeyê" dê were nîqaşkirin.

Her wiha di daxuyaniya wezaretê de ku ji aliyê AFP`yê ve hate parvekirin, hate diyarkirin ku di civînê de wê wezîr Eymen El Sefedî, hempîşeyê wî yê sûriyeyî Esed El Şîbanî û nûnerê taybet ê Amerîkayê Tom Barrack beşdar bibin.

Li gorî daxuyaniyê wê di civînê de rewşa li Sûriyeyê û rêbazên piştgiriya pêvajoya ji nû ve avakirina Sûriyeyê li ser bingehên ku ewlehî, aramî û serweriya wê garantî dikin, pêkanîna daxwazên gel û parastina mafên hemû Sûrîyeyiyan, nîqaş bike.

Di dawiya daxuyaniyê de hate zanîn ku civîn berdewamiya nîqaşên berê ye ku her sê rayedaran di 19’ê Tîrmehê de li Umanê li dar xistiye.

(ac/şx)

ANHA