Endamên Tevgera Hîlala Zêrîn dixwazin Rêber Apo bibînin

Endamên Tevgera Hîlala Zêrîn ên Helebê diyar kirin ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdulkah Ocalan daxwazeke wan a serekeye û ew tu carî gavan jê paş ve navêjin. Jinan destnîşan kirin heta ev daxwaz pêk were ew ê têkoşîna xwe ya çandî û bîrdozî mezin bikin.

Endamên Tevgera Hîlala Zêrîn dixwazin Rêber Apo bibînin
11 tebax, 2025   02:35
HELEB
NESRÎN ŞÊXO

Endamên Tevgera Hîlala Zêrîn a Çand û Hunera Jinan a Helebê destnîşan kirin ew bi hest û hezkirinek mezin dixwazin Rêber Abdullah Ocalan bibînin û gotin, fikir û felsefeya  Rêbertî bûye çavkaniya îlhama zanista civakî û parastina çand û hunerê.

Saya Osman der barê mijarê de got,  daxwaza wê ya hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re xwe dispêre baweriya wê ya çand û huner rola sereke ya pêşxstina şoreşan e.  Saya Osman, her wiha destnîşan kir ku rola çand û hunerê di şoreşan de ne kêmî rola siyaset û çekê ye û ev tişt anî ziman: “Raman û huner 2 hêmanên hevtemakirî yên şerê parastina hebûnê ye.”

Saya Osman, di berdewama axaftina xwe de bibîr xist ku tevî hewldanên tunekirina çandê ku hêzên dagirker dan meşandin, çanda wan di koka dîrokê de parastî ye û got, fikrê Rêber Abdullah Ocalan van rastiyan nîşan dide û hêzeke mezin dide xeta parastina nasnameya hunera şoreşgerî. 

Şêrîn Xelîl jî li ser mijarê derbirî û got, hunera rastîn ji bîrdoziyê qut nabe û ev tişt anî ziman: “Em bi deng û hunera xwe tevlî pêngavê dibin. Em jî dixwazin Rêbertiya xwe bibînin. Baweriya me heye huner wateya xwe ya rastîn ji firkrê Rêbertî digre û ew rêya berhemdariyeke birêk û pêk diafirîne.”

Xedîca Hesen jî li ser mijarê nêrîna xwe bi van gotinan rêz kir: “Heta dawiya jiyana xwe em deyndarên Rêberiya xwe ne. Çiqasî em berhemdar bin, em ê her deyndarê têkoşîna wî bin. Bîrdoziya Rêbertî bi kok e, fikir tu carî namirin.”

Hersê jinan girîngiya azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan de hevbeş bûn û destnîşan kir ku ew ê tu carî ji daxwaza azadiya Rêbertî dûr nekevin. Diyar kirin ew ê têkoşîna xwe ya di vê der barê de bê navber bidomînin.

(dc)

ANHA