Parêzerên jin berdewamiya xebatên xwe yên edaletê li Sûriyeyê teqez kirin

Parêzerên jin li kantona Cizîrê gotin ji bo parastina mafên mirovan û edaletê têkoşîna wan berdewam e. Di Heman demê de ji bo bidestxistina aştiyeke mayinde û sepandina qanûnê li Sûriyeyê, bang li her kesî kirin ku berpirsyariyên xwe yên qanûnî û exlaqî bicih bînin.  

Parêzerên jin berdewamiya xebatên xwe yên edaletê li Sûriyeyê teqez kirin
10 tebax, 2025   19:47
QAMIŞLO

Parêzerên jin ên kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, der barê sûc û binpêkirinên him li peravên Sûriyeyê him li Siwêdayê jî yên li dijî sivîlan hatine kirin de, li bajarê Qamişlo daxuyaniyek da.

Di dawxuyaniya wan de wiha hate gotin:

"Li gorî berpirsiyariyên me yên qanûnî, hiquqî û pîşeyî, her wiha dilsoziya me ya parastina rastiyê û edaletê, em bi fikareke kûr û zêdebûna binpêkirinên mafên mirovan û sûcên şer li Sûriyeyê dişopînin û şermezar dikin.

Me bi êş, sûcên belgekirî yên qetilkirin û windakirin, êşkencekirin û wêrankirina mal û milkên şêniyan, her wiha koçberkirina bi hezaran sivîlan, dişopand. Rêgezên Qanûnên Mafên Mirovan a Navneteweyî, lihevkirinên navneteweyî yên têkildar mîna her 4 lihevkirinên Cinevê û protokolên wê, hevpeymana navneteweyî ya mafên sivîl û siyasî, tên binpêkirin.

Binpêkirinên herî berbiçav ên ku hatine belgekirin ev in:

-Li gorî raporên Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) û torên mafên mirovan, li peravên Sûriyeyê di komkujiyekê de bi sedan sivîl hatin kuştin, kampanyayên çavtirsandinê yên sîstematîk dest pê kirin.

-Qetilkirina meydanî û girtina bi zorê li Şamê û gundewarên wê, her wiha çalakvan û rojnamevan hatin girtin.

-Hezîranê, li dijî bajarê Siwêdayê êrişên bi çekên giran pêk hatin û di encamê de bi sedan sivîl hatin kuştin, mal û milkên şêniyan hatin dizîn, şewitandin û wêrankirin.

-Di 6 mehên pêşîn ên 2025`an de, zêdetirî 658 jin, zarok û mêr ji aliyê komên çekdar ve hatin revandin û girtin.

Li ser vê yekê em teqezî li ser van xalên li jêr dikin:

1.Em bi tundî van sûcan şermezar dikin ku li dijî rêgezên qanûnên mafên mirovan ên navneteweyî ye.

2-Li gorî Mîsaqê Romayê, ji bo belgekirina sûcan û komkirina delîlaln li gorî pîvanên navneteweyî, ji bo ku hesab ji sûcdaran bê pirsîn û di dadgehên navneteweyî yên pispor de werin darizandin, em bang li avakirina komîteyeke lêpirsînê ya navneteweyî ya serbixwe dikin.

3- Ji bo sazkirina destûreke nîştimanî bi erêkirina tevahî pêkhateyan, destûrekê ku vîna pêkhateyên Sûriyeyê rave dike, dewleta qanûnê serwer dike, wekheviyê di navbera welatiyan de misoger dike, serxwebûna dadweriyê dabîn dike, mafên bingehîn diparêze, divê xebat were kirin.

4-Ji bo lêkolînkirina sûcan, hesab ji berpirsên wê were pirsîn, li gorî rêgezên edaleta lihevhatinê tezmînat ji mexdûran re bê dayîn, dayîna mekanîzmeyan ji bo ku ev sûc di siberojê de careke din dubare nebe, divê desteyeke nîştimanî ya serbixwe ya edaleta demkî bê avakirin. Divê ev deste, ji nûnerên pêkhateyên Sûriyeyê be.

5- Li gorî pîvanên pîşeyî û qanûnî yên navneteweyî, pêşxistina mekanîzmeyên dadgerî yên pêşketî, di wê çarçoveyê de navendên qanûnî bê avakirin ku ji mexdûran re xizmetê bikin, pêşkêşkirina piştgiriya qanûnî ya bêpere, xurtkirina rola parêzerên jin di parastina mafên sivîlan de.

6-Ji bo pêkanîna qanûna mafên mirovan a navneteweyî li Sûriyeyê, xurtkirina hesabpirsînê di nava saziyên dadweriyê de bi rêya belavkirina raporên asayî der barê lêpirsîn û dozên girêdayî mafên mirovan de û çalakkirina mekanîzmeyên çavdêriya qanûnî.

7. Xurtkirina xebat û hevkariya bi rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî re ji bo aktîvkirina rola wan di parastina sivîlan, piştgiriya pêkanîna edaletê de û misogerkirina rêzgirtina ji qanûna navneteweyî re.

Li gorî me, çareseriya domdar li Sûriyeyê tenê bi avakirina dewleteke destûrî ya giştî li gorî xalên li jêr, pêk tê:

1-Yekitiya neteweyî ya xurt û hevgirtina civakî, li ser bingeha rêzgirtina ji bo pirrengiya çandî, olî û etnîkî.

2-Wekheviyeke kamil li ber qanûnê, bi garantîkirina mafên mirovan ên medenî, siyasî, aborî û civakî ji bo her takekesî.

3-Serxwebûna dadweriyê, wekî garantorê bingehîn ê maf û azadiyên takekesî.

4-Parastina jin, zarok û komên lawaz, bi taybetî dabînkirina parastina wan a yasayî û civakî.

5-Mekanîzmayên dadweriya veguhêz ên bi bandor ku hesabpirsîna sûcdarên binpêkirinan, tezmînata qurbaniyan û garantiya nedûbarekirinê misoger dike.

Her wiha em teqeziyê li ser van pêwistiyan dikin;

Başdarkirina hemû pêkhateyên Sûriyeyê di nivîsandina destûrê de bi rêya diyalogeke neteweyî ya berfireh û zelal ku nirxên edalet û wekheviyê diparêze.

Aktîvkirina saziyên dadwerî û yasayî ji bo misogerkirina rêzgirtina mafan û sepandina qanûnê bêyî bijarte yan cudakarî.

Ji bo belgekirina binpêkirinan û çavdêriya pêkanîna biryarên qanûnî, hevkariya bi bandor bi Rêxistinên Mafên Mirovan ên Navneteweyî re.

Em, parêzerên kantona Cizîrê, pabendbûna xwe ya tevahî ji bo berdewamkirina xebatên xwe yên qanûnî ya bi baldarî û bêwestan ji bo parastina mafên mirovan û edaletê piştrast dikin, em bang li her kesî dikin ku berpirsiyariyên xwe yên qanûnî û exlaqî bicîh bînin da ku aştiya mayînde û serweriya qanûnê pêk were.

(ac/şx)

ANHA