UNIFIL: Îsraîlê bombe avêtin nêzîkî hêzên me yên li Lubnanê

Hêza Demkî ya Neteweyên Yekbûyî li Lubnanê (UNIFIL) ragihand ku dronên Îsraîlê 4 bombeyên destan avêtine nêzîkî hêzên wan li başûrê Lubnanê.

UNIFIL: Îsraîlê bombe avêtin nêzîkî hêzên me yên li Lubnanê
3 îlon, 2025   11:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêza Demkî ya Neteweyên Yekbûyî li Lubnanê (UNIFIL) diyar kir ku dronên artêşa Îsraîlê duh sibehê 4 bombe avêtine nêzîkî hêzên wan ên li başûrê Lubnanê.

UNIFIL`ê destnîşan kir ku: "Ji dema peymana rawestandina şer a Mijdara borî ve, ev êriş li ser xebatkar û milkên UNIFIL yek ji êrişên herî xeter e." "

Hefteya borî, Konseya Ewlehiyê ya NYˊyê biryara dirêjkirina erkdariya UNIFIL li Lubnanê heta dawiya sala 2026`an pejirand.

(k)