Rûsyayê êrişeke berferh bir ser Ukraynayê

Kîevê ragihand ku Rûsyayê di saetên şevê berê de bi zêdetirî 500 dronan û 24 mûşekan êrişeke berfireh a asmanî pêk aniye, di encamê de birîndar û zirarên mezin li binesaziyê çêbûne.

Rûsyayê êrişeke berferh bir ser Ukraynayê
3 îlon, 2025   11:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Kîevê ragihand ku Moskovê zêdetirî 500 dronan û 24 mûşek avêtine herêmên cuda yên Ukraynayê, di encamê de birîndar û zirarên mezin li binesaziyê çêbûne.

Rayedarên Ukraynayê ragihand ku li neh herêman, tevî paytext Kîevê, Lvîvê û Khmelnîtskiyê, teqîn hatine bihîstin. Şîrketa Rêyên Hesin ragihand ku 4 xebatkarên wê li herêma Kîrovohrad birîndar bûne û ji bo dermankirinê birine nexweşxaneyê.

Desteya Xizmetên Awarte jî ragihand ku li bajarê Znamyankayê 5 kes birîndar bûne û bi dehan xanî zirar bûne.

Li Khmelnîtskiyê jî, parêzgarê herêmî ragihand ku şewat li avahiyên şêniyan derketiye û trafîka çûn û hatinê asteng bûye.

(k)