CENTCOM: Li Îranê 13 hezar cih hatin hedefkirin

CENTCOM’ê ragihand ku ji dawiya Sibatê ve li Îranê zêdetirî 13 hezar cih hatine hedefkirin.

CENTCOM: Li Îranê 13 hezar cih hatin hedefkirin
7 nîsan, 2026   11:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Navendî ya Dewletên Yekbûyî (CENTCOM) ragihand ku wê ji dawiya Sibatê ve êrişên berfireh li dijî Îranê pêk anîne û zêdetirî 13 hezar cihên leşkerî û ewlehiyê kirine hedef.

Fermandariyê da zanîn ku di operasyonên wê yên li dijî Îranê de tesîsên leşkerî, qaîdeyên avêtina mûşekan û cihên çêkirina dronan hatine hedefkirin. Her wiha aşkera kir ku zêdetirî 155 keştî hatine îmhakirin an jî zirar dîtiye.

CENTCOM'ê diyar kir ku armanca êrişan lawazkirina hêza Îranê ye.

(bb)