Ukraynayê êrişî 3 tesîsên Rûsyayê kirin

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky ragihand ku Ukrayna li Samara, Savaslyka û Ust-Lugayê yên Rûsyayê xistine û tesîseke petrolê zirar dîtine. Rayedarên Rûsyayê jî gotin, binesaziya pîşesaziyê hatiye bombebarankirin.

Ukraynayê êrişî 3 tesîsên Rûsyayê kirin
15 tebax, 2026   20:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky diyar kir ku hêzên Ukraynayê navendeke mûşek û fezayê ya Rûsyayê ya li Samarayê, baregeha hewayî ya Savaslykayê û tesîseke petrolê yên li Ust-Lugayê kirine hedef.

Zelensky bi rêya Telegramê got ku di encama êrişê de tesîsa petrolê ya li Ust-Lugayê zirar dîtiye.

Duh (în) hêzên Ukraynayê li tesîseke hilberandina kondensata gaza Rûsyayê li bendera Ust-Lugayê ya Deryaya Baltikê xistibû.

Rayedarên Rûsyayê yên li herêma Samarayê anî ziman ku Ukraynayê binesaziya pîşesaziyê ya li herêmê hedef girtiye.

(f)