Parêzgarê Hesekê pêşwaziya nûnerê Koma Serokomariyê ya şopandina peymana 29`ê Çileyê kir

Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed û şandeya Koma Serokomariyê ya şopandina peymana 29`ê Çileyê re pirsgirêkên xizmetguzariyê û rêveçûna pêjvajoya entegrasyonê nîqaş kirin.

Parêzgarê Hesekê pêşwaziya nûnerê Koma Serokomariyê ya şopandina peymana 29`ê Çileyê kir
15 tebax, 2026   20:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya malpera fermî ya Parêzgeha Hesekê, parêzgar Nûredîn Ehmed pêşwaziya nûnerê Koma Serokomariyê ya şopandina peymana 29`ê Çileyê Ziyad El Ayîş û şandeyek ji endamên komê kir.

Hate gotin, di civînê de hejmarek mijarên xizmetguzariyê û dosyayên girîng ên welatiyan eleqedar dike hatin vegotin. Her wiha rêveçûna pêvajoya entegrasyonê û rêbazên xurtkirina hemahengiyê hatin gotûbêjkirin.

Li gorî malperê, beşdaran ji bo şopandina dosyayên hatine nîqaşkirin, çareserkirina pirsgirkên xizmetguzariyê û temamkirina entegrasyonê girîngiya koordîne û tevkariyê anîn ziman.

Hate gotin ku ji bo domandina kar planek hate dayîn.

(bb)