Sedsaliya Qamişloyê bi komxebateke hunerî tê pêşwazîkirin

Bi boneya sedsaliya damezirandina bajarê Qamişloyê  komxebateke hunerî bi diruşma "Bi hev re em bi rihê huner û berxwedanê siberoja bajarê xwe xêz bikin " hat destpêkirin.

15 tebax, 2026   21:04
QAMIŞLO

Bi boneya sedsaliya damezirandina bajarê Qamişloyê (20 Tebax), Yekitiya Şêwekaran a Herêma Cizîrê û Komîna Şêwekariyê komxebateke hunerî da destpêkirin.

Komxebat li Parka Giştî ya Qamişloyê bi diruşmeya "Bi hev re em bi rihê huner û berxwedanê siberoja bajarê xwe xêz bikin " hatiye birêxistinkirin.

Di vê komxebatê de dê 15 şêwekar wêneyan girêdayî Qamişloyê, kolanên wê, deverên wê yên giştî, portrayên kesayetên wê yên navdar û kevneşopiya bajar û dîroka wê xêz bikin.

Komxebat wê 5 rojan dewam bike. Di roja dawîn (20 Tebax) de wêneyên şêwekaran dê bi pêşangehekê werin nîşandan.

(bb)