Ukraynayê bi dronan êrişî tesîsên petrolê yên Rûsyayê kir

Ukrayna bi droneyan êrişî rafineriyên petrolê, tanker û santralên elektrîkê yên Rûsyayê kir.

Ukraynayê bi dronan êrişî tesîsên petrolê yên Rûsyayê kir
8 tîrmeh, 2026   19:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Ukrayna û Rûsyayê îro ragihand ku dronên Ukraynayê êrişên berfireh li ser rafineriyên petrolê, tanker, stasyonên pompkirinê û xetên elektrîkê yên di nav axa Rûsyayê de pêk anîne.

Kîevê diyar kir ku êrişan 3 rafineriyên petrolê, di nav de tesîsên li Tatarstan û Saratov, her weha baregeha hewayî ya Borisohlebsk hedef girtine, di heman demê de Moskovê destnîşan kir ku gelek dever di şevê de rastî êrişên droneyan hatine.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku wan 415 dronên Ukraynayê xistine xwarê, di heman demê de asta zirara ku ji ber êrişên li ser tesîsên hedefgirtî çêbûye ne diyar e.

Ukrayna da zanîn ku 9 tankerên petrolê li Deryaya Azovê, rêyeke girîng a avê ji bo dabînkirina hêzên Rûsyayê li Kirim û başûrê Ukraynayê hatine hedefgirtin. Rayedarên Rûsyayê diyar kir ku 2 tankerên vala zirareke sivik dîtine.

Li gorî rayedarên Rûsî, di encama êrişan de li gelek deveran mirin û birîndarî çêbûne. Şîrketa Gazpromê ragihand ku êrişek li ser yek ji stasyona pompkirina gazê ya wan hatiye kirin, lê ev yek bandor li ser hinardekirina gazê bo Tirkiyeyê bi rêya boriyên Blue Stream nekiriye.

Li gorî rayedarên Ukraynayê, Rûsyayê di şevekê de êrişeke mûşekî li paytexta Ukraynayê, Kîevê, da destpêkirin û di encamê de herî kêm kesek hat kuştin.

(fr)