Şêniyên Til Temir û Qamişloyê daxwaza başkirina rewşa debarê kir

Şêniyên bajarên Til Temir û Qamişloyê bi 2 çalakiyan daxwaza başkirina rewşa jiyanê, dabînkirina xizmetguzariyên bingehîn û girtina tedbîrên bilez ji bo sînordarkirina bilindbûna bihayan û sivikkirina bar li ser welatiyan kir.

8 tîrmeh, 2026   20:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Şêniyên Til Temirê, bi amadebûna endamên Partiya Çep a Kurdî, Partiyên Yekitiya Neteweyî, hejmarek ji partî û hêzên siyasî li pêş çerxerêya Kehrebê çalakiyek li dar xist. Di çalakiyê de banga başkirina rewşên xizmetguzarî û jiyanî hat kirin.

Şêniyan pankartên daxwazên xwe li ser nivîsîne hildan, weke mafên şêniyan ên xizmetên bingehîn heye û hêrsa xwe ji berdewama hilweşîna rewşa debarê û bilindbûna bihayên xurekê, sotemenî û xizmetan anî ziman.

Çalakvanan diyar kir ku krîza avê yek ji astengiyên herî zehmet e şêniyên Til Temir û gundewarê wî pê re rû bi rû ne û got berdewama rawestandina stasyona Elokê bi hezaran welatiyan ji ava vexwarinê mehrûm dike û neçar dike ku li jêderên altarnatîf bigirin ku hewcedariyên wan ên rojane peyda nake. Ev jî bandorê li rewşên tenduristî û mirovî dike.

Di çalakiyê de bang li aliyên eleqedar, rêxistinên navneteweyî û mirovî hat kirin ku bi lez tev bigerin, çareseriyên mayînde ji bo krîza avê bibînin û sînorekê ji bihabûnê re deynin, rewşa debarê baş bikin.

Organîzetorên çalakiyê destnîşan kir ku ev çalakî di çarçoveya derbirîna daxwazên şêniyan û gihandina dengê wan bo aliyên eleqedar de pêk tê û got heta bersivdana daxwazên wan çalakî dewam dikin. Di serî de jî divê stasyona Elokê bi awayekî mayînde ji nû ve were xebitandin.

Girêdayî heman mijarê, bi dehan şêniyan li Qamişloyê ji bo redkirina bilindbûna bihayên xurek, sotemenî û xerabbûna rewşa debarê çalakiyek li dar xist.

Di çalakiyê de pankartên "Gendeliyê rawestînin...bihayan daxin" hatin rakirin û diruşmên bi daxwaza pêkanîna tedbîrên bilez ji bo çareserkirina krîza aborî û bersivdana daxwazên welatiyan hatin berzkirin.

(fr)

ANHA

Qamişlo

Til Temir